Hevok – 2

Bi Gorî Sazîyê Hevok

 

Bi Gorî Wateyê Hevok

 

  • Di nav hevokê de « jêgirtin » û gotinek di nava parantêzê de hebe bi tîpa gir destpêdike.

 

Bavo, min bivirek dît. Got : « Kanê? »

Got : « Min winda kir. »

Ehmedê Xanî digot « Xwezî heba me yek padîşahek. »

Ez gelek gund û bajarên Kurdistanê ( Navên wan giştî nikarim binivîsînim ) gerîyam.

 

  • Rêzên helbestan bi tîpên gir destpêdikin.

 

Tasek ji vê ava zelal

Nadim bi hewza Kewserê

Levhatina Qesra Şîrîn

Jê nabînim tu meferê

Piştî roja me bû tarî

Mirin xweş e ji emberê.

                                                          Ehmedê Xanî

 

  • Serenav ( Navên Taybet ) -navên çi dibin bila bibin û bi çend bêjeyan saz dibin bila bibin- bi tîpên gir destpêdikin.

 

Mele Mistefa Berzanî

Ehmedê Xanî

Feqîyê Teyran

 

Mêrdîn

Riha

Erzerom

 

Gundê Mîra

Goma Qasê

Çemê Çetelê

 

Kurdistan

Tirkîye

Erebîstan

 

Xwedê

Ezraîl

Bihuşt

 

Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê

Zanîngeha Artûkluyê

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

 

Qesra Qenco

Birca Belek

Sûra Dîyarbekirê

 

Behra Wanê

Sîpanê Xelatê

Deşta Heranê

 

Fransî

Almanî

Farisî

 

Sunî

Elewî

Xiristîyan

 

Dinya

Tav

Hîv

 

Nasir

Hesen

Sîyabend

 

 

 

  • Serenavên erdnîgarîyê wek ravek bin hemû bêje bi tipên gir destpêdike.

 

Çîyayê Agirî, Behra Wanê, Behra Spî, Deşta Mûşê, Deşta Heranê, Çemê Çetelê…

 

  • Wekî dinê bêjeyên hevenav yên erdnîgarîyê bi serenavan ve tîpên piçuk destpêdikin.

 

Gelo behra Kurdistanê kîjane?

Derket ser çîyayê Sipanê Xelatê.

Li Serhedê çemê Erez bi lemelem diherike.

Êdî li zozanên Faraşînê wek berê çîçek venabin!

 

  • Cînav, daçek û gîhanekên di nav serenavên wek kombêjeyan de bi tîpen piçûk tên nivîsandinê.

 

Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê

Partîya Aştî û Demokrasîyê

 

  • Li pê duxalê eger mînak hatibin dayîn, despêk bi tîpa piçûk çê dibe.

 

Bi gorî fonksîyonê bêje : nav, cînav, rengdêr, lêker…

Ez ji tere se tiştan dibêjim : bixebite, bixebite, bixebite.

 

  • Lê belê daxûyanî û diyarkirina tiştek hebe bi tîpa gir dest pê dike.

 

Lêkerên Hevedudanî : Lêkerên ji bejeyek zêdetir hatibin sazkirinê re tên gotin û bi navan, cînavan, rengdêran, daçekan û hokeran tên çêkirin.

 

Nav : Bêjeyên ku meriv pê heyînan û tiştan nas dike.

 

  • Pênas û nasnav, paye û bêjeyên rêzdarîyê bi navên taybetî ve ( bi navên taybetî ve bibin yek ) bi tîpên gir destpêdikin.

 

Hezretî Ebubekir

Şêx Seîdê Kal

Xalit Begê Cibrî

Xelîl Axa

Mistefa Beg

Kor Huseyîn Paşa

Qanatê Kurdo

Şaredar Osman Baydemir

Serokkomar Celal Talabanî

 

  • Pênas wekî jêrîn werin bikaranîn bi tîpên piçûk tên nivîsandin.

 

Gelo, şaredarê Amedê  « Osman Baydemir » hatîye?

Mam Celal serokkomarê Îraqê ye.

 

  • Pênas û nasnavên li pê bêjeyên rêzdarîyê werên bi tîpên gir destpêdikin.

 

Birêz Serokê Min

Birêz Walî

Birêz Şaredar

 

  • Xitabên destpêkên nameyan û axaftinan bi tîpên gir destpêdikin.

 

Evîndara Min,

Birayê Minê Ezîz,

Gudar û Temaşevanên Hêja,

 

  • Sernavên heywanan bi tîpên gir destpêdikin.

 

Bisko ( ga )

Qolo ( kuçik )

Nirno ( pisîk )

Rindê ( çêlek )

 

  • Navên rojnameyan, berheman û pirtûkan bi tîpên gir destpêdikin.

 

Mem û Zîn

Bîra Qederê

Eqîdeya Îmanê

Azadîya Welat

Gundem

Zend

Tabloya Mona Lisa

 

  • Navên Cejnan û rojên dîrokî bi tîpên gir destpêdikin.

 

21’ ê Adarê

Newroz

1 Gulan

Roja Zimanê Dayîkê ( 21’ê Sibatê )

Konferansa Kurdî

Serhildana Rojava

Festivala Çand û Hunerê ya Qerecdaxê

Cejna Karkeran ( 1 Gulan )

Cejna Qurbanê

 

  • Bêjeyên serenavan di pirtukan de bi tîpên gir destpê dikin.

 

Rengdêrên Jimarîn Yên Rastî

Di Dîrokê de Alfabeyên ku Kurdan Bikaranîne

Çend Reqne li Ser Rezimana Kurmancî

 

  • Nîşanên gewheran ( bi navên xweyên resen û bîyanî ) bi tîpên gir destpêdikin û tên nivîsandin.

 

Ca  Calcium

Fe  Fer

H   Hidrogène

 

  • Di Kurmancî de bêje çawa tên bilêvkirin wisa tên nivîsandin. Bêjeyên ku tê de dengên « l û r » yên bi lerz he bin, lerzokîya wan bi dubarekirina wan « ll û rr » tê nivîsandin.

 

Bi-kirre—ne-kirre

Welle, melle, şille, şillek

Birrîn, kirrîn, zêrrîn, pirr, zirr

 

  • Tîpa « j » yê wextê hûr tê nivîsandin bi xal ( j ) û wextê gir tê nivîsandin jî bê xal ( J )

 

Jimarên bêjeyan ji min re got.

 

  • Rastnivîsa tîpa « i » yê : Tîpên gir û hûr bi gorî rewşên ku di alfabeyê de hatine dîyarkirin tên nivîsandin. Lê belê gir nivîsandina tîpa « i » yê, di nivîsên Kurmancî de ( ji ber ku bi alavên nivîsê -daktîlo û ordînator- bi taybetmendîyên zimanê bîyanî -Fransî û Îngîlîzî- hatine çêkirin ) hergav bê xal « I » hatîye bikaranîn. Bi rastî karakterên vê tîpê wiha ye: hûr « i » gir jî « İ » ye. Lê belê ji ber pêwistîya alav û derfetan bi her du rewşan ( bi xal û bê xal ) jî bê nivîsandin şaşî çê nabe ango di Kurmancî de dengek bi tenê bi vê îşaretê hatîye dîyarkirin. Di nivîsa destan de « i » ya gir bi xal ( İ ) bê nivîsandin baştir e.

 

Dengên ( fonemên ) Bingehîn

DENGÊN ( FONEMÊN ) BİNGEHÎN

DENGÊN ( FONEMÊN ) BINGEHÎN

 

Nivîsandin

NİVÎSANDİN

NIVÎSANDIN

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply