Hesp û Dilîna Mirovî

Li gor lêkolînekê ku ji aliyê derûnnasên Îngilîzî ve hatiye kirin, hesp dikarin ji dilîna mirovan fahm bikin. Eger bi hêrseyî lêbimeyzînî, îhtîmaleke mezin e ku hesp bi chavê xwe yê chepê li te binêre û dilê hespê zû bi zû lêde.

Derûnnasên zanîngeha Sussex bi wêneyên mezin yên reng bi reng ku di her wêneyê de mêrikek bi shiklekî din tê de bû, lêkolîna xwe li ser 28 hespan, pêk anîn. Reaksiyona hespan ya li ser wêneyekê ku mêrik tê de bi rûyekî hêrseyî bû, ya herî balkêsh bû. Hespan bi chavê xwe yê chepê lê mêzedikir û dilê hespan zû bi zû lêdida. Ev yek di wêneyên ku mêrik tê de dikeniya, ne wiha bû.

Derûnnasê zanîngeha KU Leuven vê yekê rexne dike û wiha dibêje: her chiqas lêkolîn bi awayekî berfireh nehatibe kirin jî giringiya lêkolînê heye. Lewre em dikarin ji vê lêkolînê fahm bikin ku divê em zêde li ser dilîna mirovî bifikirin û bo zêdetir fahm kirina dilînî hewl bidin. Derûnnas wiha didomîne: lêkolîneke berfireh a di vê mijarê de dikare me heta li ser nexweshiya ‘autisme-otîzmê’ bibe.

Bron: Biology Letters, VRT
Werger: Ji Hollandî, Metîn Eser

Jêder: felsefevan.org

Etîket: Civakî, Derûnansî, derûnî, Pîsîkolojî

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Nasname û Ziman – Mela Huseyn Êsî

Tîrêjên Ronahîya Pirtûka Pîroz

BI NÊRÎNEKE DERÛNKOLERÎ: “ŞEB Û ŞEKIR”

Li gorî Bediuzzaman: Hişmendiya Miletbûnê

Ji Gotûbêjeke Avaker 12 Rêbazên

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle