HER TIŞT ÇÛ

Rojek ez te bûm

Ev kelecanî, şahî

Xemginî

Hemû bo te bû

 

Rojek her xeyalên min da tu hebû

Biraniyên min da tenê tu tê da dijiya

 

Rojek ev hêsirên çava

Ev hêrsa min

Hesudiya min

Ev şewata dilé min

Jana rihê min

Hemu bo te bû

 

Di baranên payîz da tu hebû

Berfa zivistanê da ew berfa rengê dilê te yê paqij bû

Ew bêhna buhara xweş bêhna te bû

Germa havînê  dilgermiya dilê te bû

 

Rojek fikr û ramanên min tu bû

Her dilgeşiya min

Westandina min

Her hêstên min tu bû

Rojek ez ta da wenda bibûm

Her stran da tu

Her gotinên helbesta tu

Kenên dihat ser rû yê min da tu hebû

 

Rojek hêviyên min jî

Sebra min jî

Hesreta min jî

Tirsa min jî

Hezkirina min jî

Bêrikirina min jî tu bû

 

Rojek min go ya her tiştê min tu bû

Lê dipirsim ji te tu dizek çawa ewqas mezin bû kî

Te her tiştê xwe ji min stand û tu tişt nehîşt?

 

Morî Xanim

 

 

Derbar ziman

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply