Her Sal 5 Milyon Însan Ji Ber Cixareyê Dimirin

Pisporê Onkolojiya Medîkal û Nexweşiyên Hundir ê Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Hacettepeyê (ZH) Prof. Dr. Îsmaîl Çelîk di daxuyaniya xwe de diyar kir ku cixare di canê însan de pençeşêr di serî de dibe sedema gelek nexweşiyên din.

Çelîk destnîşan kir ku ji sedema nexweşiya pençeşêrê nîvî wî kişandina cixare û berhemên ji titûnê ne û sedema serekeya vê nexweşiyê jî cureyên wê jî dîsa cixareye û wiha dewam kir: “Kişandina titûn û berhemên wê dibin sedema pençeşêra pişik, gewrî, qirtik, sorsorik, dev û gelek ên din. Bi taybetî jî eleqeya cixare û kişandin û pençeşêra pişikê bi hevdu re pir heye. Bandora neyînî ya cixareyê piştî ku meriv dev jê berde jî piştî 10-15 salan dibe ku dîsa jî derkeve holê. Di duyê cixareyê de bi qasî 4 hezar madeyên kîmyewî hene. Ji vana nêzî 50 hebên wî pir bi zirarin.”

Çelîk bal kişand ser hejmara kesên ku li seranserê dinyayê cixareyê dikşînin û wiha pê de çû: “Li rûyê dinyayê nêzî milyar û 200 milyon însan cixareyê dikşînin. Wisa tê texmînkirin ku ev hejmar di sala 2025an de wê bibe milyar û 600 milyon kes. Her sal li seranserê dinyayê 5 milyon kes bi nexweşiyên ku ji ber cixareyê peyda dibin dimirin. Yanî heke meriv bi awayekî din bibêje cixare di her 6 çirkî de carek dibe sedema mirina kesekî.”

Trtnuce

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply