Helbest | Li vir

Bane
Roj li vir
Gelekî germ e
Gelo çima weha ye?

Ji ber ku welat pir bilind e
û ji hetavê va nêzîk e

Êvar li vir
Gelekî sar e
Gelo çima wilo ye?

Ji ber ku welat pir bilind e
Û ji heyvê va nêzîk e

Ê çima li nêzî hetavê ewqas germ dibe
Û li nêzî heyvê jî sar dibe?

Ji ber ku roj agir e
Heyv jî berf e.
————————-
Helbest ya helbestvanê Çînî: Ay Tişîng (Ai Qing) e
Wergerandin ji zimanê erebî: Majêd a Mihemed

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Gelo Rêberî Pêwîst e?

Di civak, tevger û pêvajoyên guherînê de bersiva vê pirsê bi piranî “belê” ye, lê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *