Helbest | Bangê dikim ji bo Xweda

Bangê dikim ji bo Xweda
Tînê dide cerg u dila
Şev u roj u bi her dema
Dê bixwînim wekî buma

Hezar axîn bila l’mi bi
Destê neyar ku l’ser mi bi
Heta gewrîya min hebi
Dê biqîrim wekî şêra

Çol u çepel li min asê
Zîr u zeber bi min nasê
Îro li ser vê erasê
Dê bikoşim wekî mêra

Ger biqîjim wekî baza
Dê bikûjim pir xeyala
Dê bibînin bejn u bala
Wê bimînin bê havala

Hezar canê min jî hebin
Di kêf û xweşîy de bibin
Ticar elem ne dîti bin
Dê feda kim ji bo Xweda

✒️ Mamoste Seyîdxan

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle