Û dilê min germ bikî
Bi wî dilnazikîya xwe
Dixazim jimin hez bikî
Di wan çavên reş da wenda bim
Hêmbêza xwe da min veşêre
Bila dilê min dilê te hembêz ke
Dixazim jimin hez bikî
Jiminra helbesta bixwîne
Helbestên te bila bo welatê me û
Bo evîna me be
Dixazim jimin hez bikî
Jiminra ji welatê min kulîlka bînî
Bi hevra Bêhna welat bikişînin rihê xwe
Bila rihê me şad bibe
Dixazim jimin hez bikî
Destê me destê hev da
Her kolan da bi hevra bimeşin
Di nava qelebalixê da
Bêdengîya evîna xwe guhdar bikin
Dixazim jimin hez bikî
Bi hev ra bijîn
Bi hev ra bimrin
Bila dil bi dil be
Dixazim jimin hez bikî
Bi hev ra biçin deşt û zozanan
Stranên Kurdî bêjin
Ava serhedê vexwin bila weca dilê me bişkê
Dixazim jimin hez bikî
Bila çavên me bi dîtina hev şa bibe
Derd û kul e vê dinya jibîr bikin
Xêynî hezkirinê
Dixazim jimin hez bikî
Bila xeyalê me bibe yek
Li welatê xwe bi dilşahî
Bi azadî û aşîtî
Û bi evîn bijîn .
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…