Hejmara nû ya kovara Bîrnebûnê derket

Hejmara 88an a kovara Bîrnebûnê bi naverokeke tejî derket.

Kovara Bîrnebûnê di vê hejmarê de cih daye gotar, çîrok, helbest û hin cûreyên din.

Kovara Bîrnebûnê ku 3 mehan carekê derdikeve berî 27 salan li Almanyayê dest bi weşanê kiriye.

Nivîsên Bîrnebûnê piranî li ser çand, huner û dîroka Kurdên Anatoliya Navîn de ne û tê de gelek rapor, nivîs, hevpeyvîn, çîrok, gotar û helbest hatine weşandin.

Di vê hejmarê de ev nivîs hene:

Bêrîvan Xizêmzêr li ser hewîtiyê û yek ji birîneka civaka me ye, bi navê Hewî kurteçîrok nivisîye.

Muzaffer Ozgur hunermenda bi navê Încî Ozudogruyê û hunera wê dide nasîn.

Bilal Celeblî bi nivîsa Sirî Zivîrok jineka ji Anatoliya Navîn a bi navê Azîma malê Şamo û çîrokeke ku ji wê bihêstiye nivisîye.

Mehtab Îdelî bi sernivîsa Kurdistana bênasname, serpêhatîya jineke Kurd a li Anatoliya Navîn dide nasîn.

Mistoyê Heco bi sernivîsa (bê)sedem kurteyeka wêjeyî ya derûnîya hezkirine nivisîye.

Lêkolînerên Danîmarkî Jimmy Andreasen û Iben Niegaard di sala 1985an de çûbûn gundê Celikan belgefîlmeke li ser koçberîyê girtibû.

Adem Ozgur bi wan re hevpeyvînek kiriye û herwiha bi çend wêneyên wê demê hatine girtin ve bi sernivîsa Kurikbûn di navbeya du welatan de dide nasîn.

Prof. Haci Akman bi sernivîsa Vegera nasnameyê – Medyaya civakî û diyasporaya Kurdî lêkolînek kiriye.

Rojvan Enes bi nivîsa Ken,

Xizan Şîlan bi helbesta Bayê Vejînê,

Newal Iscan bi nivîsa xwe ya bi navê Maf û Erd,

Rohat Alakom bi sernivîsa Romanek ji edebîyata kurdên Anatoliyê: Li Benda Keskesorê,

Seyfi Dogan, bi henek û kurtehelbestên xwe,

Nuh Ateş ji wergera 99 gotinên Albert Einstein ev hejmar dewlementtir kiriye.

Derbar ziman

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply