Çemê Xursê

Çemê Xursê dikeve navbera Mêrdîn, Qoser û Dêrikê. Nêzî 20km dirêje lê vira kuçekî nîvlapî kur û tenge. Li hin deveran kendal, li hin deveran erda raste. Di herêmê de bêtir bi titina xwe hatiya nasîn. Titina wê bi hişkiya xwe û xweşiya xwe navdaye. Di kurahiya Newala Xursê de 25-30 kavilê aşên avî hene. Aşê Xursê pir bi nav û dengbûn di dema xwe de. Hin aş yek çavî, hin du çavî hin sê çavîne. Kesên herêmê arvanê xwe li aşên Xursê ku ferên aşên wê li ber pirbûna ava Xursê difitilîn di hêrtin. Li gor gotinan hin himalên Merdîn bi mil genim dianîn aşên Xursê, di hêrtin û dibirin difiroştin eşrafên Mêrdîn ê. Ax a erdên wê dewlemend û bi nişaye. Kesên Xursî Lawma ji % 90 erdên xwe dikin titin. Erdên û rêyên rezên wê bi bendin. Fêkiyê wê bi av û tamxweşin. Gundên wê li keviya kendalan raserî avê hatina avakirin. Xaniyên wê bi kevirên şehkirî hatina lêkirin. Mixabin pirên wan ji bêxwedîtî mend û dîwarên wan xurimhine.

Fotoxraf: Payîza dawî, 2015 / Selmet Güler

Derbar Rêvebir

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply