NAVEROKA DESTAN Û EVSANEYÊ

Îro keçek bi navê Şêrîn ji Rojavayê Kurdistanê ku zanîngeha kurdî jî xwendiye, pirsa wateya peyvika ”destan” û ”evsane”yê ji min kir.
Min jî demildest ev nivîs nivîsî û weşand, da ku ciwanên me yên ku nizanibin, ger hindik be jî pê agahdar bibin.
Peyvika ”Evsane” û ya ”Destan”ê rojane di nava Neteweyê Kurd de tên bikaranîn. Lê mixabin pir kes hene ku wateya wan nizanin an jî şaş dizanin.
Bi kurtî ger bêjim, DESTAN ev e
Hemû stran, helbest û pesindayînên ku li ser lehengtî û lehengan, li ser qiral û padîşeyan bi tewrekî kevnar (klasîk) hatine gotin, ji wan re destan hatiye gotin.
Ew tiştên ku hatine gotin, hinek ji wan dirêj in û hinek jî kurt in.
. Destan malê xelkê ne û her kes di wan de hevpişk e.
. Di destanan de berhemên mêjûyî hene
. Di destanan de rûdanên derdemî hene
. Destan taybetmendiyên nijadî diyar dibin
. Hinek destan helbest in û hinek jî pexşan in
. Destan di nava hicirkên mejiyê xelkê de cih girtine û nayên jibîrkirin
. Destan li ser şeran, li ser evîn û şînê, li ser dostanî û mirovatiyê hatine afirandin
Di her deh cildên pirtûka min XWENÎEyê de, 23 destanên kurdî hene. Lê niha ji ber ku ez ji arşîva xwe dûr in, derfeta nişandanê tune.
Çend Destanên Kurdî yên balkêş ev in li jêrê:
Destana Mem û Zînê
Destana Siyabendê û Xecê
Destana Sêva Haciya
Destana Binefşa Narîn
Destana Zembîlfiroş û gwd.
Destana Ferhad û Şêrîn û gwd.
EVSANE
Evsane, ew naverok in ku bi gotin û stran û çîrok hatine gotin, lê rastiya wan tune.
Evsane hemû ji fentezi û xeyalên derdemî pêkhatine.
370 Çîrokên Folklora Kurdî ku min ew di 12 salan de berhev kirine, gelek ji wan evsane ne. Weke Çîroa Caw Cawê Te Ye, Çîroka Dêwê Heftserî, Çîroka Çiyayê Reş, hin çaxên Çîroka Gul û Sînem, evsaneya Baba Kevgîr, evsaneya Şamêran (Şahê Maran), evsaneya Zewaca Meriv û Cinan û hwd.
Lê belê piraniya evsaneyên cuda yên li herêmên Kurdistanê ku hene, bi cudahiyeke hindik, tev yek qalib û yek tewr in.
Bi hêviya ku ciwanên me li ser van babetan û yên weke wan lêkolîn bikin, binivîsin û bikin malê mêjûyî.
Zeynelabidîn Zinar
09/ 03/ 2021

Derbar ziman

Check Also

Gotinên Tiryakî- Cenap Şehabettîn

Fîkrên xweş, kal nabin. Ê ku ji pêz vediqetin, pez jê hez nake. Fîkrên xweş, …

Leave a Reply