Heftê 8 fîlmên biyanî dê nîşan bidin

Li Silêmanî salona sînemayê hat vekirin: Heftê 8 fîlmên biyanî dê nîşan bidin

Rêveberê Navenda Xezelnûs û yek ji rêveberên Sînemaya Salim, Rewez Heme Salih di mersîma vekirina Sînemayê de axivî û got: “Em li dijî wê ne ku çand ji bo derbaskirina wext û bazirganiyê were bikaranîn. Sînema dibe cihek ji bo gotinên hunermendên ku paştguh bûne û hemû xelkên ku ji ber rewşa madî nikarin fîlman bibînin. Sînema ji bo her kesî ye. Aarmanca sereke ya Sînemaya Salim, pêşkêşkirina berhemên derhênerên Kurd e. Ji bo wê jî em sînemaya xwe bi nîşandayîna fîlemeke Kurdî ya bi navê Name Ji Bo Paşa, bi derhêneriya Hîşam Zeman vedikin.”

Paşê derhêner Hişam Zeman axivî û ji ber vebûnê vê Sînemayê xelkê Silêmaniyê pîroz kir û wiha axivî: “Xeyalê me derhêneran ew bûye ku her tim em bikarin li cihek guncav berhemên xwe ji welatiyan re pêkêş bikin. Ev sînema dikare bibe gava destpêkê ji bo ku em jî bikarin bibin beşek ji sînemaya navnetewî û dengê xwe bigihênin cîhanê. Name Ji Bo Paşa yekem fîlme ku di Sînemaya Salim de tê pêkêşkirin. Xelata herî baş di fîlma Scandinavia de û xelata Fibresci di festîvala fîlmên Ewrûpa de wergirt. Ev fîlm wê 14 rojan li Sînemaya Salim were nîşandan.”

Rewez Salih her wiha ji ajansa me re jî axivî û diyar kir ku di asta Iraqê de yekem care sînemayek hunerî vedibe û wiha pêde çû: “Ev sînema wê gelek fîlmên baş ên cîhanê jî nîşan bide. Em ê fîlmên biyanî bi jêrnivîsa Kurdî nîşan bidin. Ji ber krîza aborî li Başûrê Kurdistanê ti cihek me ji bo nîşandayîna berhemên derhêneran nebû. Em ê bi nirxek guncav pêşwaziya welatiyan bikin. Di bernameya me de heye ku em hinek berheman bê pere nîşan bidin. Ji ber ku sînema ya her kesî ye, bê ku rewşa aborî tê de bi bandor be.”

Rêveberê Sînemaya Salim her wiha behsa têkoşîna şervanên Kurd jî kir û wiha dawî li gotina xwe anî: “Em di wê baweriyê de ne ku sînema dikare bibe çeka şerê parastinê. Em bi vê projeyê re gelekî westiyan. Lê belê westandina me li hember têkşîna şervanek yan jî hêzek fedayî wek Gerîla gelekî kêm e. Ji bo wê em qet bi westandina xwe nahesin. Bi hezaran gerîla, şervan û pêşmerge bi canê xwe parastinê dikin. Hewldanê me ji têkoşîna wan zêdetir nîne.”

Derbar candame

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply