Gotinek Di 30 Saliya Terorkirina Lehengê Kurd Mûsa Anter De

Rojnamevan û nivîskarê bê westan barhilgirê derd û kulê gelê Kurd, şoreşgerê ku li dijî dijmin bi pênûs û xamê disekinî, şêxê nivîskarên Kurd, apê me (Mûsa Anter: Şêxo, Şeyhmus Almas: 1918-1992), yê ku ji berî 30 salî ve, di şeva (20-21/9/1992)an de, li Diyarbekirê taxa (Seyran Tepe) şehîd ket.

Helbet rola pênûsa wî ne kêmî rola tivinga pêşmergeyên serê çiya bû.. Ew, bi pênûsa xwe, li rex şoreşgeran di sekinî û şerê dijminê gelê Kurd dikir.. Lê xuyaye ku ew mêranî li cem dijmin nebû ku xwe
li ber tîrên pênûsa wî bigrin, vêca bi bêbextî ew dane ber çend gulleyên sor da ku hew bibêje: (Divê em Kurd li benda xelkê nemînin kes lawê bavê me tune, dive em xwe derxin rûyê dinyayê..).

Di (22 Sibatê de 1992), dadgeha ewlekariya Tirkî li pey hev ew bi sê gunehan tewanbar kirin:
-Yek jê, jê re gotin: Çima di sala çûyî de,1991, dema hilbijartinan tu li çend bajarên rojhilatê (Kurdistanê) geriyaye û tu li ser daxwazên gelê Kurd axifiye?!!.

-Ya dudiyan, jê re gotin: Çima te gotarek di rojnameya (Yeni Ulke) de nivîsandiye li ser êş, derd û nexweşiyên (Rojhilatê: Kurdistanê) !.
-Ya sisyan, ew li ser pirtûka ku wî (Bîranînên min) ku bi zimanê tirkî nivîsî bû dane bersivdan.. Hingê Apê Mûsa ev bersiv li dadgehvan vegerand û got:
(..Hakimo! salê li Tirkî bi hezaran kitêb derdikevin giş bi Tirkîne, û Kemalîst in, em deynakin, çi qewimîye min jî ji salan û caran ji bo Kurdan kitêbek bi Tirkî nivîsîye..? wê çi bi dewletê bê bi vê kitêbê,
heger bi vê kitêba min dewlet bihedime tê xuyakirin ku ev dewlet tewşe..).

Mûsa Anter û yên wek Mûsa Anter ne yên jibîrkirinê ne.. ku ez û te wan bibîr neynin, wê kî wan bibîr bîne? Xwedê wan bi dilovaniya xwe şad bike û serê gelê Kurd sax be.

Konê Reş

Derbar Çand Name

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply