Germbûna Giloverê Didome

Zanyar diyar dikin ku ji ber germbûna giloverî, germahiya cîhane her sal zêdetir dibe û ev yek jî dibe sedema karesat û xerabûna ekolojiyê. Tê diyar kirin ku ji ber helîna wan qeşayan xetera lehiyan jî zêde dibe. Ji ber zirarên gaz û sûtemenî û madeyên kîmyewî ku li cîhanê bandora serayê pêk tîne û helîna
qeşayan parsenga demsalan û germahiyê xera dibe. Ev xerabûn dibe sedema zêdebûna germahiyan.

Çend sal berê pisporan wisa texmîn dikirin ku derketina encamên xeter a germbûna giloverî hîn di demên bê de dê pêk were. Te diyarkirin di sedsala 21em de %70 kêmkirina gazên ku dibin sedema bandora serayê ku germbûna giloverî zêde dike dikare qeşayên li qutiban rizgar bike û rê li encamên xirab ên germbûna cihanê bigire. Di lêkolinekê de tê diyarkirin ku bi taybetî kêmkirina asta karbondioksîtê pir girîng e. Ji bo pêkanîna vê hedefê ji pêşxistina teknolojiyên ku zirarê nadin tabiatê ku wek “teknolojiya kesk” tên binavkirin, gelek muhîm e.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Êdî Hînbûn Wek Berê Ne Zehmet e

Berê mezinên me digotin “Ma em wek we bûn? Ji bo ku em tiştekî hîn …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *