Generalê Îngîlîz û Şivan

Sal 1917…

Genarelek Îngîlîz wexta ku li Iraqê bi alîgirên xwe re li zeviyan digereriya, di gere de li rastê şivanekî tê. Bi rêya wergêrê, ji şivan re;

“ Ger ku kuçikê keriyê xwe bikuje ez ê sed Sterlînê bidimê.” Herkes dizane ku kuçik ji bo şivan pir bi qêmetdar e, keriyê bi rêve dibe, keriyê ji gur, cinawur û meriyê xeraban star dike. Lê pereyê pêşniyarkirî jî pir bû. Şivan bi kuçikê digre û dikuje.

General dîsa, ji şivîn re;

“ Ku çermê kuçikê bigurînî sed Sterlînê din bidim.” Şivan postê kuçikê gurrand.

Genaral, ji şivan re, got:

“ Kuçikê xwe parçe parçe bikî ez ê sed Sterlînê din bidim.” Şivan hanî laşa kuçikê parçe parçe kir.

Genaral hanî perê wî dayê û vegeriya. Şivan bi du genaral bang kir, got: “Sed Sterlînê din jî bidî, ez ê goştê kuçikê bixwim.”

General, got: “Qet…Min xwest kesayeta we ya derbarê yê herî qîmetdarê we bielimim. Te ji bo pere rêheval, alîgir û yê li cem te herî qîmetdar kuçikê xwe kuşt, gurand û parçe parçe kir. Ger sed Sterlînê din jî bidima te, te yê goştê kuçikê xwe jî bixwara. Min xwest ku xûyê te bielimim, ji min re ev lazim bû.”

General ji yên cem xwe re, got:

“ Li welatekî  heta ku xuyên bi vî awayî hebin, qet metirsin. Pere bidyê, her tiştî karî pê bidî kirin.”

Şivan û kuçik hevkarê hev bûn.

Şivan ji bo berjewendiyê xwe hevalê xwe kuşt.

Di civatekî de wekê vê ku pirrbin di wê civatê de  yekîtî û piştgiriyê wan karî ji holê hildî. Yên menfe’etperest her tim kare bêbextiyê li hevalê xwe bike.

“Mirovê ku bibêje pere her tiştî çareser dike!”  Eşkere ye ku dibêje “ Ez ji bo pere her  tiştî karim bikim.”

Pere her tiştî çareser nake, her deriyê venake. Pere tenê yên ku ji bo pere dijîn deriye wan vedike…

Wergêr: Paşa Amedî

Derbar ziman

Check Also

MIRINEKE AZAD

MIRINEKE AZAD dergehên xurbeta mişextiyê ji min re  bûn rawestgeha sermestiyê demên xweş û geş …

Leave a Reply