Gelo HEVJÎN Çi ye?

Di van demên dawîn de, hem di Medyaya Kurdî de, lê bi piranî di weşana vîdeoyan de pir zêde peyvika HEVJÎNê tê bikaranîn. Ev peyv jî, ji bo jina mêrê wê diyar re tê gotin. Mînak:
Zilamek digel jina xwe diçe sûkê, dibêjin ”Bi hevjîna xwe re çûye…”
Gelo tê zanîn ku wateya peyva HEVJÎNê çiye?
Eger wate hatibûya zanîn, kesî wê peyvê bi kar nedianî!
Di Toreya Kurdî de ji bo jin û mêrên hevûdu, MALXWE tê gotin.
Mêr bo jina xwe dibêje MALXWEYA MIN û jin bo mêrê xwe dibêje MALXWEYÊ MIN.
Ev peyv bi hezarê salan e ku ji aliyê Kurdan ve hatiye bikaranîn.
Wate ev e: Peyvika HEVJÎNê, dema mêrek û jinek bê mehr û zewaca fermî ku bi hev re dimînin, ji wan re HEVJÎN tê gotin.
Bi trikî ji vê re “HAYAT ARKADAŞLIGI” tê gotin.
Ege em li gor Toreya Kurdî binirxînin HEVJÎNtî, HÎZtî bi xwe ye.
Ev peyvên nûderketî, çêkirî û biyanî ku di Medyaya Kurdî de têne bikaranîn, hem şaşiyeke mezin e û hem jî heşifandina Toreya Kurdî ye.
Bi hêviya parastina Çand û Toreya Kurdî…
Zeynelabîdîn Zinar
20/ 01/ 2024. 12:32

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply