Gelo Gerdûn(ewren-kaînat) çiqasî mezine?

Erê gerdûn(ewren-kaînat) çiqasî mezine? Bi rastî gelek mezine, ji xeyalan mezintire.Yanî dema ez wa dibêjim ez henekan bi we nakim haa! Bi kurdî û her zimanî gotinek hebî û karibê meznahîya gerdûne îfade bide tûnne. Heger hebî ewjî di cî de gotîna “Tirtire” ye. Belê, birajî gerdûn mezinek tirtireye. Hay ji xwe hebin gerdûn û galaksi ne yekî ha! Hemû galaksî di hûndirê gerdûnede bi cîhbûne.

Em berî hertiştî ji Dinya xwe destpê bikin. Deme em ji dinyayê derkevîn pêşi Sistema Tavê tê ber çava. Tava me mezine û hemû gerstêrkên derdora wê bi temamî li ser wê girêdayîye. Başe heta anha hertişt di cîdeyi. De ka ez we dîno-mîno bikim. Tenê di Galaxyîya me, yani Kadiza me de derdora 200 yan jî 400 milyar stêrk heye. Nebên weeeeeeh! Ev birasti bi vî rengîye. We dît çiqas pire.

Ma hew evi? Ji xwe ev tenê ne bersiva meznahîya Gerdûnê ye. Biseknin ez bêm serî. 400 milyar stêrk u bi tirilyona gerstêrk di galaksîkê de bi tenê hene. De biseknin a ecêbtir ewe kû derdora 200 hetta 250 milyar Galaksi bi xwe heye….

-Dengê we tê min kû hûn dibêjin: hahoooooo ma çawa çêbu?

Bi rastî bersiv eve. Ew ne henekî hûn dikarin ji Nasa bi xwe jî bipirsin. De îca em bidin hev: 250 milyar galaksi û di her galaksîde 200 heta 400 milyar stêrk û li derdora her stêrkê de bi dehan gerstêrk. Bû 100 nizanim çend hezar trilyon gerstêrk(planet-erd) wey wey wey, ev gerdûn çiqas mezine we dît?
Îca ev ne bes, bi ser hala di, Gerdûn bê dawî mezintir-firehtir dibe. Em çawa zanin Gerdûn fireh dibe? Bersiva wê jî eve kû stêrk her diçe ji hev dûr dikevin. Bi her awayî hatiye ispatkirin jî. Dema kû Ster ji hev dûr dikevin, rengê wan tê gûhertin.

Başe, Gelo çima em nikarin di demek zûde biçin van gerstêrkan? Çi birsgirêk li pêşya me heyi?
– Pirsgirêka herî mezin dem-zeman…
– Pirsgirêka duyem jî leza tîrêjê…

Bi dûdirêjayî ezê li ser van mijara bisekinîm. Xwe ne tirsînin hûnê fêri hertiştî bibin. Di nivîsa dîn de ezê bahsa leztîrêjê bikim. Leztîrej yani tîrêj çiqas bi lezê. Ji xwe ezê bi giranî li ser zemanê jî bisekinim.

(Wêne: Ji Hubble Space Tesescope: Dazzling diamonds of Trumpler-Ji Xeta Tarampler’ê Yaqûtên Efsûnî)

Rûpela Astronomîya

Derbar Çand Name

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply