NASA, li derveyî Pergala Rojê gersterkeke nû ku ji gelek aliyan ve dişibe cîhanê dît.
Navê Kepler-22b li gerstêrkê hat kirin.
Kepler ku heta roja îro ji 1000’î zêdetir gerstêrkên nû keşf kiriye, ev keşfa nû ji yên din cudatir e.
Li gor ekîba pispor a di Kepler de wezîfedar, mirov dikare li vê gerstêrka nû bijî. Ji ber li ser rûyê wê bi awayekî lîkît av heye. Germahiya wê nêzî 22 C ye.
Sedema rengê kesk-şîn ê Kepler-22b ji ber ava li ser rûyê wê ye.
Kepler- 22b di heman demê de li derdora stêrkeke ku dişibe rojê digere.
Ev jî yek ji sedemên ku îhtîmala jiyanê ya di gerstêrkê de bihêz dike.
Gerstêrk 2.4 qat ji dinyayê mezintir e. Di heman demê de hê bi leztir e.
Ji ber di 290 rojî de gera xwe ya li derdora ‘roj’a xwe temam dike. Yanî li vê gerstêrkê salek ne 365 roj 290 roj e.