Gelo Bi Çava Gerstêrk tên Dîtin ?

Erê bavô ma çawa nayên dîtin. Em dibînin û gelek caran jî em nizanin û em dibêjin qey stêrk e. Heger wun nizanibin û tû agahî di derheqê dîtina gerstêrka li cem we tunebe guhê xwe vekin û gûhdar bikin… bisekine, na na loooo ev nebû, çavê xwe beq bikin û bixwînin bixwînin. planets1

Di sîsteme me ye belengas, a tavê de 8 gerstêrk hene. Ji xwe di galaksîya me ye tirole de jî bi milyaran hene belê ji ber ku dûrin hîç xuya nabin. Di destê me de ma her 8 gerstêrkên sîstema me. Berçîs(Jûpîter), Mars(Behram), Venûs (Gelawêj) Merkûr(Tîr) û Keywan(Satûrn) navê her pênç gerstêrkên ku bêyî dûrbîn an teleskopekê xûya dibe ne.

Gelô çawa tên dîtin, an şert û mercên xûya bûna wan çine?

Bisekinin, xwe neqahirînin ezê anha we ronî bikim.

Ji nav van gerstêrkan a dîtina wê herî zahmet Merkûr e. Mîratê di nav reş a tarîyê de xûya nabe.  Tenê dema roj hera ava û roj were hilat ê xûya dibe. Belê dîsa jî ne besê divê çavê we pir nêzî aso yê be. Dema girtinê tavê ji bo amatoran fersendeke zêrî ye.

Venûs weke stêrka şivan a û stêrka sibê jî tê naskirin belê dema roj here ava jî xûya dibe. Piştî tav û heyvê cisma herî biriqandî ye li asîman. Ne mumkine ku xûya nebe. Heger wun bêjin ez nabînim, welleh kekô wun kor bûne û bi lez û bez herin textorekî çava.

Behram jî gerstêrka me ye sosret e. Dema nêzî dinyê dibe ji xwe bi rengê xweyî sorik balê dikşîne ser xwe. 26 meh di navbera dema nêzbûn û dûrbûna Behramê de heye û biriqandina wê jî li gor vê demê te gûhertin. Dîroka dema nêzbûna Behramê bi dorê 27ê Tîrmehê 2018, 13ê Cotmehê 2020, 8ê Befrenbarê 2022 û yên din jî li vêde ye.

5planets25jan2016m1-630x307jpg-728x728.jpg

Jûpîter gerstêrka herî mezin ya sîstema me ye. Li gorî Behram û Venûsê dûrî me ye û ji ber vê yekê pir xweşik xûya nabe. Jûpîter jî di demên herî nêzî dinyê de gelek xweşik xûya dibe û bi teleskopek piçekî baş heta deqa wêyî mezin û sorik jî dikare bê dîtin.

Satûrn jî heye û têra xwe dûrî tavê ye. Rengê wê piçekî zerikîye. Di navbera roja wêyî herî nêz û dûr de 12,5 meh heye. Bi teleskopekê wûn karin bibînin. Xelekên wê navdarin bêlê ji bo ku baş bêne dîtin divê hinek şertên taybet were cîh. Dema birakê me Galîleo cara pêşî Keywan dît, got; “Law ev çiye, guhê vê gerstêrkê heye”

Umran Akhamur

astrokurdblog.wordpress.com/

Derbar Çand Name

Check Also

Pirsên Herî Mezin Ên Gerdûnê

1.Gerdûn bi çi awayî hat avakirin? Em dizanin ku gerdûn bi Teqîna Mezin (Big Bang) …

Leave a Reply