DHEEPAN:
Fîlm, ji çîroka şervanê Tamîlê yê Srî Lankayî hatiye kişandin. Derhênerê fîlmê Jacques Audiard e. Lehengê fîlmê qarakterek balkêş e. Dev ji kar û barê rojanê berdaye û dixwaze li Parîsê xwedî derkeve û edaletê pêk bîne. Rolên sereke yên fîlmê Vincent Rottiers û Marc Zinga dilîzin. Li Srî Lankayê şerê navxweyî bi dawî dibe û Dheepan dixwaze ji wir dûr keve. Tevî jinekê û keçikekê mîna malbatekê tevdigerin û wek penaber terin Frenseyê. Her sê li derveyî Parîsê di malekê de tên bicîhkirin. Malbat, ji aliyekî ve wek penaber, li dijî hevnegirtina çandî têdikoşin; ji aliye din ve jî bi meseleyên rojanê û malbatî re eleqedar in. Fîlm; di serî de evînê, hezkirinê, têkoşînê û herî zede jî girîngiya malbatê bi me dide hîn kirin. Fîlma xwedî xelata Palmiyeya Zêrin, dê heta dawiyê xwe bi we bide temaşekirin.
BI QASÎ MÊRÊ XWE BIAXIVE: VEJÎN
Derhênerê fîlmê Kıvanç Baruönü ye. Senaryoya fîlmê Kıvanç Baruönü û Şebnem Burcuoğlu nivîsîne. Rolên sereke Ezgi Mola û Murat Yıldırım dilîzin. Di fîlmê de Efsun li dijî kevneşopiyan hewl dide û pêşniyaza zewacê li destgirtiyê xwe Sinan dike. Amadehiyên dawetê dest pê dikin lê wek hemû ciwanan bandora malbatan li ser Efsun û Sinan jî wek kabûsekê ye. Ev fîlm jî, wek fîlma yekemin çîrokek bi coş û romantik e. Di fîlmê de coş û ken qet kêm nabin. Fîlm ji romana Şebnem Burcuoğlu ya ku gelek hatiye firotin hatiye kişandin. Di kadroya lîstikvanan de Hümeyra, Nevra Serezli, Gülenay Kalkan, Eda Ece, Begüm Oner, Gül Arıcı, Muhammed Uzuner, İsmail İncekara, Nilgün Kasapbaşoğlu, Hakan Salınmış û Enis Arıkan jî hene.
Alvin û Sihoran: Macerayê Rêwîtiyê
Piştî hin fehmkirinên xelet Alvin, Simon, û Thedor difikirin ku Dave dê ji hezkiriya xwe re pêşniyaza zevacê bike. Ew hewl didin ku Dave dev ji vê meseleye berde. Çimkî ew naxwazin ji hevalê xwe veqetin û bibin xwedî birayekî zir. Ji bo vê yêkê, tenê sê roj wexta wan heye. Li bajarê New Yorkê macereyek rengîn li benda Alvin û hevalên wî ye. Derhênerê fîlmê Walt Becker e. Rolên sereke Jason Lee, Jesica Ahlberg, Josh Green û Bella Thorne dilîzin. Di kadroya dengdayînê de jî Justin Long, Matthew Gray Gubler, Jesse McCartney, Christina Applegate, Kaley Cuoco û Anna Faris hene.
Serdegirtin: Merdizme, Sadakat û Di Nava Behrê de fîlmên din yên vê hefteyê têkevin vîzyonê ne. Sala nû dê bi wan fîlman dest pê bike.
Çavkanî: trtnuce