Armanc, awayê xebatê û nivîsandina Hawarê

Celadet Alî Bedirxan di hejmara yekem a Kovara Hawarê de li ser armanc, awayê xebatê û nivîsandina Hawarê de nivîsandiye.

Beriya niha bi 87(2019) salan, 15ê Gulanê sala 1932yê Mîr Celadet Alî Bedirxan hejmara yekem a Kovara Hawarê weşandiye. Kovara Hawarê di kovargeriya Kurdî de xwedîcihekî girîng e. 57 hejmar hatiye weşandin ku ev hejmar dawî 15ê Tebaxa sala 1943yê de çap bûye. Lê ev hejmar ne bênavber hatine weşandin. Ji ber ku xebata Hawarê du caran hatiye rawestandin û piştî demekê careke din dest bi xebatê kiriye.

Nivîsên bi Kurdî û yên bi Fransî di Hawarê de dihatin weşandin. Dîsa gelek rewşenbîr û nivîskaran di Hawarê de nivîsandine ku Celadet Elî Bedirxan, Rewşen Bedirxan, Dr. Kamiran Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Qedrî Cemîl Paşa, Nûredîn zaza, Foran, Tewfîq Wehbî çend ji wan bûn.

Ji ber rola Kovara Hawarê di pêşketina zimanê Kurdî de, roja ku dest bi weşanê kiriye weke Roja Zimanê Kurdî hatiye qebûl kirin û tê pîrozkirin.

Bi minasebeta 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî, em yekem nivîsa hejmara yekem a Kovara Hewarê diweşînin ku ji hêla Celadet Alî Bedîrxan ve hatiye nivîsandin:

Armanc, awayê xebatê û nivîsandina Hawarê

Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.

Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike.

Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.

Hawara me berî her tiştî heyîna zmanê me dê bide nas kirin.

Lewma ko zman şerta heyînê a peşîn e.

Hawar jû pêve bi her tiştê ko kurdanî û kurdîtî pê bendewar e, dê mijûl bibe. Tinê siyaset jê dûr e, xwe naêxe siyasetê.

Hawarê siyaset ji civatên welatî re hiştiye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî di warê zman, hiner û sinhetê de dêbixebitin.

Awayê xebatê: Karekî ko bikare biçe serî, divêt jê re pronivîsek ango programek bête çêkirin. Me pronivîsa xwe ser bingehên jêrîn lêkiriye.

1-    Belavkirina Elfabêya kurdî di nav kurdan û hînkirina wê. Senifandina zmanazîna kurdî û hin bi hin di komelê de belav kirin û pêşdetir di şiklâ kitêbê de derêxistin.

2-    Sehîtîya zarên kurdî û berhevdanîna wan. Sehîtî ser mirovatîya zmanê kurdî digel zmanên din ên arî. Sehîtî ser bingehên zmanê kurdî, ser dîrok û awayê rabûn û pêşveketina wî.

3-    Berhevkirina çîrok, çîrçîrok û her texlît laje û stranên kurdî û birêve belavkirina wan.

4-    Senifandin û belavkirina dîwanen kurdî. Bi van ve jînenîgarîyen şair û miroven bijarte jî de bên belav kirin.

5-    Sehîtî ser reqs û qeydeyên stranên kurdî.

6-    Sehîtî ser her texlît reziken kurdî û Kurdistanê, yên zemanê borî û yen îro û senifandina wan. Sehîtî ser hatinên Kurdistanê û pîş û sinheten kurdî.

7-    Dîrok û erdnigarî:

Sehîtî ser tevayîya dîrok û erdnigarîya welatê Kurdistanê û ser dîroka eşîran, berî, paşî û di wexte Mîr-Şeref de.

Awaye nivîsandinê: Di heqê zmanê me de heta niho gelek tişt hatine gotin. Di nav van gotinan de tiştinen rast û nerast jî hene.

Ez ko kurd û kurdmanczman im û zmanê xwe rind dizanim û min ew bi heft heşt zmanên din daniye ber hev, kitkiten wî hûrhûnandine; qeydeyen wî ji hev derexistine, dikarim ji biyanîyan bêtir û qenctir dehkera wî bidim xuya kirin û zanîn.

Zmanê me îro hem freh hem teng e.

Freh e: Bi her tiştê ko kurd pe mijûl bûne, dest dane wan, di wî warî de zmanê kurdî hing zmanên din û ji hinan betir pêş ve çûye û kemiliye, û ji tu zmanên kemilî bi şûnde ne maye.

Teng e: Herçî ko ji kurdan nenas mane û kurd pê mijûl ne bûne, di wî warî de zmanê me rawestiyaye, peş ve ne çûye, di cihê xwe de maye. Lê zmanê me ji wan zmanan ê ko ber her tiştê nuh, pirsên nuh dizên û birêve pirsên nuh ji wan çar dibin.

Herwekî xelkê Gelîyê-Goyan, berî çardeh salan, gava tiyare dîtin, tavil bi zarê xwe balafir nav lê kirin. Ji lewre ko ji bani, ji bala difire. Dîsa kurdmancinên ko telêfon dîtin, ji mesmeha wê re bihîstok gotin. Ji ber ko deng pê têt bihîstin.

Niho em vegerin ser gotina xwe, ser awayê nivîsandina zmanê xwe.

Îro di zmanê me de du texlît kêmanî hene: Winda bûnapirsinên kurdî û ketina pirsinên biyanî nav zmên.

Em çi bikin ko zmanê me bikare vegere ser xurîtîya xwe û di nav zar û zarawayên xwe de bikemile û bibe zmanekî tekûz:

Di windabûna pirsan de, pirsin hene yekcar winda bûne, hin hene ji zarekî ketine lê di zarekî din de dijîn û çendek hene di axaftinê de kêm têne gotin lê di mamik, medhelok, çîrok û stranan de têne bihîstin.

Em li pey wan in, hin bi hin em wan diêxînin dest û disenifînin û gora mehcetê jî ji nuh ve ser awayê hevedudanîna pirsên kurdî pirsinên nuh çêdikin.

Ji bona pâşveçûna zmên, divêt em bendên xwe bi tevayîya van pirsan binivîsînin û li paşîya her hejmarê ferhengokekê danin û tê de mana pirsên ko di zaran de kêm bûne û yên ko ji nuh ve hatine hevedudanîn ji xwendevanên xwe re bidin zanîn. Ji xwendevanên xwe hêvî dikim ferhengoka me qenc bixwînin û di heqê pirsekê de ko fikreke wan hebe ji me re binivîsînin; heke ciyoka pirsekê bizanin, ewa ha jî tev mana û ferqên wê digel ciyoka xwe ji me re bidin zanîn.

Weko: Rêkirin, şandin, hinartin ciyokên hev in. Lê di mana rêkirinê de jî mana hinartin û şandinâ de ferqek heye.

Rêkirin, herhal, bi rê êxistin û şandin e.

Dîsan, xeberdan, axaftin, peyivîn ciyokên hev in. Gelo di neqeba wan de çi ferq hene ?

Hawar zarokeke nûza ye. Zarowa me ye; zarowa kurdan e. Wek her zaro bi xweyîtîya dê û bav, bra û pismamên xwe dikare bijî. Herkes, her kurd dikare arîkarîya Hawarê bike.

Tukes mebêje ko, ez mirovekî reben û nekêrhatî me. Ji min ji diayê pêve tiştek nayê.

Belê tukes vê xeberê mebêje, herkes bi tiştekî, bi awakî dikare bê hawara Hawarê. Tinê dibe ko awayê hawarê nizane. jê re çend awa hene:

1-    Kiriyarê Hawarê bûyîn û jê re kiriyaran peyda kirin.

2-    Navên mirovên xwendewar lê nemaldar, ko nikarin kiriyar bibin, û navên medresan ji me re dan zanîn. Da ko Hawar ji wan re herwe bête şandin.

3-    Paş xwendina Hawarê ji heval û nasên xwe re dan xwendin û ji mirovên nexwenda re bi xwe xwendin û ew ser têdexistîyên komelê serwext kirin.

4-    Ji Hawarê re her texlît şihr û bendan nivîsandin.

5-    Çîrok, medhelok û mamikan berhev kirin û ji Hawarê re şandin.

6-    Di heqê welat, eşîr, bajar û gun- dên xwe de tiştnên kevn û nuh ji Hawarê re rêkirin.

7-    Her texlît bergehên Kurdistanê peyda kirin û digel wesfên wan ji me re hinardin.

Ji gotinên jorîn qenc dixuye ko ji Hawarê re arîkirin gelek hêsanî ye. Kesê ko dil bike dê bikarebe jî.

Di destpêkê de komela me di panzdeh rûjan de carekê dê derkeve. Piştî çend hejmaran komela me dê bibe heftekî û li serê her hefteyê dê belav bibe.

Xweyî û midirê berpirsiyar

Mîr Celadet Alî Bedir-Xan

(FD/Bianet Kurdî – 15.05.2019)

Derbar Rêvebir

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply