Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye.
Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê diperite…
Şerekî dijwar û qirêj li kurdistanê didome.
Kes baş nizane bê kî çi dike.
Herdu alî jî gumanbar û sûcdar in. Bawerî bi herduyan jî nayê.
Di şerekî qirêj û bêwate de, mala kurdan digel kuçe û kolanên wan xerab dibe.
Gelek caran bi gulle û bombeyên ‘milliyeta wan nayê zanîn’, jin, zarok û yextiyar tên kuştin.
Bi hezaran ji welêt dertên, koçber dibin…
Dil û dîrok dişewite…
Pêşî Mizgefta Fetîhpaşa ya 500 sal dîrokî, ya li hûndirê kela Amedê, kirin qada şer û dan ber gulleyan.
Piştre Minareya Çarling. Dîroka wê jî 500 sal e.
Li ber lingê minareyê serokê baroya Amedê hat kuştin.
Hemama Paşaşewitî…
Îro jî (07.12.2015) Mizgefta Fetîhpaşa’yê (Mizgefta Kurşunlu) hat şewitandin.
Banga mirovahiyê qut bû…
Agir û dû ji mizgeftê bilindî asîmanan bû.
Dil û dîrok şewitî…
Heta şer nesekine jî, wê bişewite.
Domandina vî şerê qirêj ne heqê tu aliyan e.
Mixabin herdu alî jî heta piştgiriyê ji alîgirên xwe û kesên sêyem bibînin wê şer bidomînin.
Ya baş; em xwe ji herdu aliyan jî dûr bikin û tim gaziya tefandina agir bikin.
Û guh bidin gaziya welatê wêran:
De rabe kuro
Ji xewê rabe
Ez Kurdistan im
Halêm xirab e
…
Ger hişyar nebî
Welat wêran e
Agir û xwîn e
Çiqas dêran e
Ez kurdistan im
Halêm xirab e
Ji bo Xwedê tu
De bes e rabe!
(Nîşe: Ev helbest di 6ê meha 11an de hat nivîsîn.)