Moşek, bûye tîrik ji nanê sêlê re
dev ji birakûjîyê biqer
ku min got, şer
kêmî bîst bawermendan nabe
fêm bike ku dilê min di cengeke reş û spî de
ji nav hemû pevçûnan de
rêyek diçe Wî
Gundekî Bangiladeş têr dibe
bi kurtêlên ku ji ber min mane
deriyê xêrê negirin li min
ku min got, ba
fêm bike ku wê Belqis bê
ji nav hemû nameyan
peyvek diçe Wî
qêrîn, di nav berfê de diwelide
hewara tinetiyê: qeşa
ku min got, qolinc
fêm bike ku êşa gunehan ji min tê kişandin
kefareta xwe bi derdan didim
ji nav hemû daxwazan
dengek diçe Wî
Besî gedeyekî birçî ye
libên birinca ku min avêt
ku min got umet
tu yekîtîyê fêm bike
di nav hemû rewşên xerab de
desteke vekirî
bi hilmeke dilxwaz diçe Wî
Têra maleke Efrîqî dike
ava ku di ber şûştina diranê min de diherike
ku min got, peşkê baranê
fêm bike ku hê kesî te av nedaye
di hemû danûstandinan de
tu bi xêra rûyê Wî
ji nav hemû baweriyan
dilek safî, diçe Wî
✍️ Zîwer Îlhan
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…