Di Stranên Mihemed Şêxo de Welat û Evînî

Piştî 28 salan ji koçkirina Mihemed Şêxo hêjî me di stranên wî de li Welat û Evînê digerin

Mihemed Şêxo; mirovekî wek me tevan bû. Lê di warê deng û mûzîkê de, mirovekî ji me cuda bû; bi bûyerên gelê xwe ve girêdayî bû, hayê wî ji malê dinyê tune bû. Tev temenê xwe di ber bîr û baweriyên xwe de xerckir, bê ku hayê wî ji dîrokê jî hebe, an li cihekî ji navê xwe re di nav rûpelên dîrokê de bigere..

Ez jî, yek ji dost û evîndarên guhdariya stranên wî me. Ew stranên ku li ser zilana sê bingehan dizîvire; Deng, awaz û gotin. Mihemed Şêxo bi zanebûn, ev hersê bingeh bi mûzîkê, li gor gewriya xwe û bi gotinan, li gor êş û janên gelê xwe dibijartin, bi hev re dihûnan û di nav gel de belav dikir. Guhdarên wî jî, bi sehkirina stranên wî re, di nav pêlên jiyaneke tijî kul û xem, kef û şahî de dûr diçin û rehet dibin.. Ji ber ku stranên wî bandoreke mezin di his, hest û derûna mirovê kurd de dihêle, wî ji qurm ve dihejîne û bi rex du tiştan ve dehif dide; Welat û Evîn.
Qamişlo, 09.03.2017

Konê Reş

Derbar ziman

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply