Di Nav Kurdên Yekitiya Sovyetan ên Berê de Edebiyata Kurdî – Sedat Ulugana

Mirov dikare edebiyata kurdên Sovyetê an jî bi jargona zanistî “di edebiyata kurdî de êwra Qafqasyayê” di binê sê beşan de bide nasîn.

Beşa yekem ji sala 1920an dest pê dike û hetanî sala 1937an didome. Ji serî de jî ku me behs kiribû, piştî damezirandina alfabeya kurdî, xebatên edebiyatê dest pê dikin. Lê di navbera van salan de kêmasiya kadroyên edebiyatê yên netewî hene. Wek keresteyên edebiyatê tenê zargotin hebû. Ji ber kêmasiya kadroyên netewî, ermeniyên ku kurmancî zanibûn, cara yekem bi edebiyata kurdî ve pêywendûdar dibin. Ji serî de jî ku me behs kiribû, dema şerên Osmanîyan û Rusiyayê de bi hezaran kurd revîyabûn di nav welatên Qafqasyayê. Di van şert û mercên pir zehmet de bi hezaran zarokên kurd jî sêwî mabûn. Tê zanîn ku komara Ermenistan û gurcistanê ji boyî sêviyên kurd, li Aştarakê sêwîxaneyekî ava dikin. Berpirsiyarê sereke yê vê sêwîxanê jî Nura Egît e.[1] Berpirsiyarên din jî Ahmedê Mirazî û Lazo ne. Di van rojan de Erebê Şemo, Nura Egît û serleşkerê kurd Şemo Têmu- rov ji boyî edebiyata kurdî ya netewî çend caran li hev dicivin. Cara yekem kadroyên netewî, sewi- yên sêwîxana Aştarekê ne. Heciyê Cindî, Emînê Evdal ji van sêwiyan du heb in. Paşê bi tevahiya Cerdoyê Genco, Qanadê Kurdo, Wezîrê Nadirî, Casîmê Celîl, Etarê Şero ve tên digîhejin Erebê Şemo û Ahmedê Mirazî. Bi vî şeklî jî kadroyên yekem amade dibin. Pirsgirêka herî mezin ew bû ku yên di sêwîxanê de mezin bibûn, zimanê xwe bîr kiribûn. Ji ber vê yekê, Emînê Evdal û Heciyê Cindî diçin di nav gundên kurdan ên Elegezê digerin û ji kurdan zimanê xwe yê dayikê hîn dibin.[2] Em dikarin ji edebiyata kurdên Sovyetê re bibêjin “Edebiyata Sewiya”.

 Sedat Ulugana

_________________________
1 – Candan Badem, Rohat Alakom, “ Karslı Bir Kürdün Digor’dan Sibirya’ya Uzanan Öyküsü” , Kürt Tarihi, 3.stenbol. 2012, r.11
2 – Eskerê Boyik, Çanda Kurdên Sovêtê, weşanên Deng, Amed, 2012 15

dabar-bike

Derbar Rêvebir

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply