Di Îslamê de Cureyên Avê

Çar cureyên avê hene;

Cureyê Yekemîn: Ava paqij û paqij kiriye. Bikaranîna vî avê ne mekruh e; avê şilî, berf, çem, bîr, gol û behrê. Ev avan avê mutlaq e.

Cureyê Duyemîn: Paqij û paqij kiriye lê belê bikaranîna vê avê tenzîhen mekruh e. Ava bertavê bimîne û wusa bikele an jî germ bibe zerarê dide bedenê mirova “

Resulê Xweda (e.s) dibîne ku dayika ummmetê Hz.Aîşe ber tavê avê germ dike. Ya Xumeyre! wusa neke avek wusa bi germkirinê zerarê dide bedene mirova. ”( dare kutnî, ebu nuaym, beyhaqî ) Bi alîyê teknîkî de av bê germkirinê, zerarê nade bedene mirova, xebata vê avê ne mekruh e.

Cureyê Sêyemîn: Paqije paqij kirinêra dest nade. Dest nimêjê de anjî xuslê de hatiye bikaranîn. Mezhebê Şafiî de ev ava paqij e lê belê vî avê dîsa dest nimêjê da anjî xusleda bixebitinî tenzîhen mekruhe. Mezhebe Henîfîda ji bo paqij kirinê nikarî bixebitînî necise.

Cureyê Çaremîn: Ava necise. Quleteynê hindiktirbe navda necaset hebe ev ava paqij nîne jibo paqij kirinejî nê xebatê.

EDABA AVDESTXANE

Nave Xweda, Pexember u Qur’an ê nîvîsandi ser mirova hebe gerek vana ser xwe derxî.

Enes b.Malîk (x.j.r) wuha gotîye: Pexemberê Xweda (e.s): Gava çû avdestxanê gustîla wî ya ser Muhammedun resulullah dinivîsî ji pêçîye xwe derxist (ebu dawid, tîrmîzî, îbn mace)

1-Gava têkevî avdestxanê dua’yê Pexember (e.s) xwîndîye wan dua’na bi xwînî. “ Xweda yemin şere şeytanên nîyêr û mê, xwe dispêrme te “

2-Gava avdestxane derkevî ve duayê bixwînî. “ Xweda yê min te sermin tade rakir noşî can damin ji bo vî hemd sena ji tera be. “

3– Avdestxanêda tu tiştê olî û axiretê ne peyvî.

4– Pê pîye cepê têkevî avdestxanê.

5– Bervî qible rûnenî.

6– Bervî bê dernekevî derva.

7– Li pê bevl nekî.

8– Haceta xwe ser hêlîn û heşereta da nekî.

9– Her tim cîhêk millet lê hevdi nacive, hacete xwe wê derê bikî.

10– Sere riya, ava sekinî, bin dare fîkê, cîhek civat li hev dicivin, hacete xwe cîhen vî teşe nekî.

11– Avdestxanêda giraniya xwe bidî ser piye çepê.

12– Pê deste çepê paqijkî.

13– Li necaset û edeba xwe nenêrî.

14– Gava bevl bikî, pê deste rastê edeba xwe negrî.

15– Necesat paqij bûyî paşê xwe bişo.

Ji piştî bevla bicûk û bevla mezin wacibe kû pê avê xwe paqij bikî. Cîhek av lê tinebe qevirava jî dikarî xwe paqij bikî, Gava xwe kevira paqij bikî hejmare kevir tenê be. Mînak; (3. 5. 7) wusa mistehabe.

Hestî, komir, hirî, tişte xwarinê bi pîne îstînce de paqijkirin ne caîze (er– rawda)

AVA XUSLÊ

Ferziyeta ava xuslê: sê ferze xuslê hene;

1– Ferza Yekemîn: Nîyete. Nîyet wuha tê kirin, dev gotin sinnete dil ve gotin ferze. “Dilê xwede bêje ez vî avê li xwedikim bi nîyetim cenabetîyê ji ser xwe radikim. ’’

2–Ferza Duyemîn: Necaset û qirejê ser bedene xwe nehêle berya xuslê, bedene xwe paqij bike.

3– Ferza sêyemîn: Avê ser hemu bedene xwe pê bişo tu cîhekî zîwa nehêle bi navika xwe, guhe xwe, mu ye bedene xwe tevl bişo.

 

Sinneta xuslê;

Sinneta xuslê pênc in.

1– Dest bi şûştinê kir bi nave xweda dest pê bike: “Bîsmîllehîrrehmenîrrehîm’’

2– Destnimêj bigre.

3– Deste xwe ser bedena xwe baş bigerîne, rind bişo.

4– Rêzê, li peyhev xwe bişo.

5– Aliyê rastê dest pê bike, aliyê cepê da xelas bike.

TEYEMiM

Pênc şertên teyemimê hene divê yek jî wan şertan hebe ku teyemim bê kirin.

1– Mirov nexweş be an birîndar be nikaribe ji ber nexweşiyê û birîndarbûnê avê bikarbîne.

2– Waxta nimêjê ku hatibe, av jî tune be û divê nimêjê bike.

3– Divê li avê bigere û dema av peyda nebe.

4– Di be ku av hebe lê belê av hindik be an nikaribe avê bikarbîne.

5– Axeke paqij û nav de kisil an tiştek din tinebe, berî wî jî tu kesî pê vê axê teyemim nekiribe.

Ev pênc şertên jorê hatin gotin yek jî wan hebe. Ew gav dikare teyemim bike û nimeja xwe bike.

 

Ferza teyemimê:

Ferza teyemimê çar in;

1– Nîyet e. Gava destê xwe axê xist bire ser rûyê xwe wiha bêje; “Ez bi niyetim teyemim dikim û nimêjê li xwe helal dikim. ’’

2– Bi axê va bi rûye xwe mesh bike.

3– Destê xwe, enîşkê xwe û milê xwe va mesh bike.

4– Wiha bi rêzê bike.

 

Sinnete Teyemimê;

Sê sinnetên teyemimê hene.

1– Bi besmele va dest pê bike.

2– Bî aliyê rastê peşî aliye çepê mesh bike.

3– Navberê nede van gotinan peyhev bike.

 

Tiştek Teyemimê

Betal Dikin

1– Tiştek dest nimêjê dişkêne teyemimê jî dişkêne.

2– Dest nimêj nekiribe avê bibîne.

3– Îrtîdat bike dîne îslamê derkeve û kafir be.

 

M. Emîn CAN

 

 

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply