Di Bîranîna 59 Saliya Koçkirina Hemza Begê Miksî de Qehremanek ji pêşengê rewşenbîrên gelê min

Hemza begê Miksî (Hemza Beg kurê Hacî Bekir) qehermanekî pêşeng bû di nav gelê kurd de. Eger navê vî lehengî hinekî di nav tariya salan de mabe jî, lê her ew wek zêrê zer e, çendîn sal di ser navê wî re derbas bin, navê wî nayê zingar kirin, her û her wê navê wî bi nirx û biha di nav dilsoz û wefadarên gelê kurd de bimîne.
Di destpêka çerxa 20 an de Hemza Beg yek ji pêşengên rewşenîrê gelê kurd bû li Stenbolê.

Hemza Beg yek bû ji rojnamevanên kurd yên sereke, wî gelek kar û barên giran ji gelê xwe re pêşkêş kirine. Di destpêka sala 1918 an de yekemîn rojnameya kurd/tirkî bi navê (JÎN) li Stenbolê weşandiye, hem jî dîbacak bi nirx û biha di gel Mem û Zîna Ehmedê Xanî çap û belav kiriye.. Di roja (05/04/1958) an de li bajarê Hesekê miriye û li ser dazwaxa wî, ew li gundê Dugirê, di nav goristana welatparêzên kurdan de hatiye veşartin.
Wek ku diyare, Hejarê Mukiryanî yek ji helbestvanên komara Mehabadê bû, piştî herifandina komarê reviyabû, xwe li nav Kurdên Suriyê, li bajarê Tirbespiyê girtibû û lê dijîya.. Di sala 1958 an de dema ku Hemza begê Miksî çû ber dilovaniya Xwedê, rehmetî Hejarê Mukiryanî ev nivîsandin li ser kêla ber serê wî nivîsand:

Mamoste Hemza beg

Rehberê fidakar!

Pir kes ji xew te kirine hişyar

Raze bi xoşî bes menale

Peyman elê me ew hewale

Rojî ku welat bijî bibînim

Ez mijde bi xo bo te bînim

15 ê Remezana 1377 Koçî

05/04/1958 Zayînî

 

Konê Reş/ Qamişlo 05.04.1017

 

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply