Çûyîn

Dengek westiyayî hate bihîstin, piştî wê jî sûretek kevin xûya bû… li hember ewqas neçarî car din jî got: “Gûh bide dengê dilê jiyanê” got û wek xeyalekî ji berçavên wê wenda bû, çû… Rastî li ku der, ew li ku mabûn, kî dizane ku…

Kî wê bigota li ser dilê xakekî ewqas dil dîl hatine girtin?

Tahliya jînê mabû li ser lêvên wê, marekî reş bû xwe li laşê wê gerandibû û jî navê ji pêsîra wê dimişt!  Derewek mezin hebû li holê, an hinekan ew dixapand an jî wê xwe bixwe…

    …

Wê biçûya, ma ne mehra wî jî li rêya çûnê hatibû birrîn? Li wê riya ku bi siya evînê re ketibû kêliyekî bişewat, destê wan di stûkura hev de, kî dizanîbû dê pişta kê li erdê bi keta…

Çû, diçû…

Germahiyek ji evîndarê wê mabû li ser lêvên wê yên lerzok û hewnavek…

Gelo wî pişta xwe dabû kîjan çiyayên pîroz û dilê xwe dabûn ava diranên kîjan sewalên fehş? Çavên xwe yên westiyayî li dawa kîjan qehpikê rijandibûn? 

Gelo wê bizanîbûya piştî wî stêrkên ku rijiyabûn di nava qeliştokên axê de nîv mirî mabûn?

Bila di sayîbûna tenêtiyekî de bihata, vegeriya li min. Ber destê sibehê, di şefeqa çêbûna xewnekî de ewrên xwe ji porê min bigeranda û hûşbûbûya.

Her tişt… 

Di gewriya mirinê de bila tenêtî asê bûbûya, di rehên jînê de xwîna jahrî negeriya, bila bizanîbûya ku bê wî li tariya min sibehê nayê…

Lê…

Tiştek hebû; min jî dizanîbû, wî jî…

Wî hay û ba li xwe nekir, min biecaca re, bi tofanan re… bela wela bûm û ew jî…

Îro tarî û dûr e, li kuç û kolanên bê nasname li pey xeyalekî…

Semra Çelebi

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply