Cixare di laşê insanan de êşa piştê çêdike!

Mamosteya Rehabîlîtasyon û Fîzyoterapiyê ya Fakulteya Ilmên Sihetê ya Zanîngeha Uskudarê Yildiz Erdoganoglu ji bo zirarên cixarê got, “Cixare tenê bandora xwe li ser kezep û dil nake. Di laşê insanên ku cixarê vedixwin de 3 qatan zêde êşa piştê çêdike.”

Doç. Dr. Yildiz Erdoganoglu, destnîşan kir ku sebebeke êşa piştê jî cixare ye. Erdoganoglu têkiliya di navbera cixare û êşa piştê de wiha îzah dike, “Di vê sedsalê de yek ji nexweşiyên ku herî zêde di laşê insanan de der tê, êşa piştê ye. Di civakên endustrîyê de ji sedî 70 insan carekê be jî êşa piştê dikşînin. Sebeba herî bi bandor li ser êşa piştê cixare ye. Li ser dinyayê milyarek insan tîryakiyên cixarê ne. Weke encameke trajîk di laşê insanên ku cixarê dikşînin de 3 qatan zêdetir êşa piştê çêdibe.”

Erdoganoglu çawaniya zirarên cixarê li ser êşa piştê wiha êkat dike: “Di nava cixarê de nîkotîn he ye. Ev made ji aliyê kezeban ve tê mêtin. Nîkotîna di laşê mirovan de nahêle ku oksîjen li laşê mirov belav bibe. Ji ber kêmbûna oksîjenê tîmarbûna hinek lebatên marîpişta mirovan xera dibe. Ev jî dibe sebeba êşa piştê.”

Etîket: cixare, êş, kişandin, pişt

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Google çi ye?

Hemû eşq şîrin dest pê dikin

Facebook: Belaya Herî Xweşik

Zarokên We Divê Çi Bixwin/Vexwin

Li hember serma standinê divê em kijan tedbîran bistînin?

Şîroveyekê bihêle