Komeleya Nubiharê di vê meha Remezanê de dawiya vê heftê dest bi Qursên Kurdî dike. Daxuyaniya Komelê li jêr e:
“EZ BI KURDÎ DIXWÎNIM Û DINIVÎSIM
Kursên Kurdî Online di 17ê Nîsanê (2021) de dest pê dike!
(Li ser zoomê)
Em bi hevra dikarin li mala xwe li ser telefon û kompitûrê hînê xwendin û nivîsandina Kurdî bibin! Eger tu jî dibêjî ez ê bi zimanê Kurdî bixwînim û binivîsim kerem ke were dibistana Komeleya Nûbiharê!
Qursên me bi Kurdîya Kurmancî, Kurdîya Zazakî û Soranî ne. Li gor zaravayên xwe karin tev li qursên me bibin.
Qursên me di meha Remezanê de dawiya heftê dibe(Şemî û Yekşem) û ji sê astan pêk tên:
– Asta Yekem
– Asta Duyem
– Asta Sêyem
Ji bo têkilî û pirsên we tel-watsap: 0 412 237 22 20 ( bi roj: saet: 9.00-18.00 ”
Çavkanî: komannubihar.org