Çima wêjeya erebî û tirkî tê wergerandin û ya kurdî na?

Divê di destpêkê de ez vekirî bibêjim, mebesta min ji vê nivîsê ne ew e ku ez behsa mehrûmî û belelengaziya xwe û ya nivîskarên kurd bikim û dilê hin kesan û aliyan bi xwe û bi rewşa xwe û hemkarên xwe bişewitînim, yan jî destên xwe li ber kesekî vekim, da ku alîkariyê ji me re pêşkêş bikin. Yên ku van nivîsên min bi vî awayî şîrove dikin, ez nêta wan paqij nabînim û vê yekê mîna hewildanekê ber bi pûçkirina mebest û armancên min ji van nivîsan dinirxînim. Di serî de armanca min ew e ku ez balê bikişînim ser rewşa rasteqîn a wêje û nivîskariya kurdî. Wekî kesekî di vê meydanê de xwedî serpêhatî, dixwazim ku şert û mercên wêjeya zimanê kurdî bi hûrgiliyên xwe ve zelal bikim û hinek ronahiyê bavêjim ser awayê danûstendina kes û aliyên têkildar, bi taybetî yên ne kurd, bi vê wêjeyê û bi nivîskarên wê re. Wisa jî bandora rasterast ya rewşa siyasî û civakî û aborî ya kurd tê de dijîn li ser qada berhemdariya wêjeya kurdî û wergera wê bidim destnîşankirin. Her wiha balê bikşînim ser derfetên belavbûn û naskirina vê wêjeyê, ku mîna dareke kesk e di nav dilê çol û beyabanên zuha de roj bi roj şax vedide.

Hin pirsên rewa li ser nivîskaran

Di vê navberê de bi dehan pirsên balkêş û rewa têne kirin:  

Çima weşangerekî kurd ku bi sedan pirtûkên kurdî çapkirine, ew bixwe diçe berhemeke xwe bi tirkî dinîvisîne û belav dike? Wisa jî xwe bi vê yekê bextewer dibîne. 

Çima nivîskarekî kurd ku dikare baş bi kurdî binîvisîne, diçe berheman bi erebî dinîvisîne û balav dike, da ku bo zimanên ewropayî bêne wergerandin? 

Çi dihêle bi dehan nivîskarên kurd ji kurdî dûr bikevin û xwe neçar bibînin bi erebî, tirkî, farisî binîvisînin?

Ev sê pirsên li jor derbasbûyî mînaka bi sedên pirsan in ku dikarin di nav vê tevliheviya kurd tê de dijîn de bêne kirin. Hinek dîtinên rexnegir berê xwe didin van kesan û wan bi xwe rexne dikin û vî karî wekî sûcdariyekê dinirxînin. Hinek jî vê diyardeyê wekî encameke xwezayî ji encamên bindestiya kurdan û welatê wan û qedexekirina çand û zimanê wan dibînin. Wisa jî dibînin ku ji mafê her nivîskarî ye bi wî zimanî binîvisîne ew ê ku pê tê xwendin, baş  belav dibe û nirx bo wî tê dayîn.

Hin pirsên rewa li ser rewşê

Li Almanyayê bi giştî dema behsa “Oriantalische Literatur”  (Wêjeyên rojhilatî) tê kirin, ew wêjeya erebî, tirkî û farisî bi nav dikin. Mînakên vê yekê pir in, lê ezê tenê behsa weşanxaneyekê bikim ku di profîla xwe de xwe wekî weşanxaneyeke pispor ya “wêjeya rojhilat“ pêşkêş  dike. Di profîla wê de ev hevoka min ji almanî wergerandiye heye:

“Ev çil sal in ku em ji çarçova çandên erebî, farisî û tirkî berhemên di warê romanê, çîrokê, helbestê û pirtûkên zarokan de werdigerînin almanî û diweşînin.”

Îsal di çarçova rojên pêşangeha pirtûkan ya Frankfurtê de, roja 22.10.2021, demjimêr 12.00, sozeke min a hevdîtina bi xwediyê vê weşanxanê re hebû. Mijar jî wergera almanî ya romaneke min bû, ku ji kurdî bo almanî hatiye wergerandin. Gava me behsa profila weşanxaneyê kir û hebûna erebî, farisî, tirkî û tunebûna kurdî bû, yê weşanger rasterast ev yek wekî şaşitî qebûl kir û got:

– Dema em behsa “Wêjeyên Rojhilat” dikin em tenê behsa erebî, farisî û tirkî dikin û em kurdî ji bîr dikin. Ev jî şaşîtiyeke me ye û ji hêla xwe ve ez soz didim ku vê şaşîtiyê sererast bikim.

Mebest jê sererastkirina profîla weşanxaneya wî bû.

Min navê weşanxanê û navê yê weşanger li vir neda, da ku ev rexne şaş neyê şîrovekirin, wisa jî ji ber ku ev mînakeke ji gelek mînakên ku mirov li hemû welatên Ewropayê li wan rast tê. 

Sedemên sereke ku behsa wan tê kirin

Di derbarê paşguhkirina wergera wêjeya kurdî de, gava mirov li sedeman bigere yekser ev têne gotin:

– Ajansên wergerê û wergêrên kurdan yên pispor tune ne

Ev sedem heta radeyeke mezin rast e, lê dema berhemeke kurdî bi awayekî baş  bo zimanekî “rojavayî- ewropayî” tê wergerandin, dîsa jî ew pêşwaziya ku tê xwestin nabîne. Wisa jî berhemeke erebî, farisî yan tirkî jê bêhtir dikare bala weşanxane û derdorên têkildar bikşîne. Ji ber vê mirov nikare vê yekê wekî sedemeke bingehîn nîşan bide.

-Berhemên wêjeya kurdî yên mîna yên erebî, farisî û tirkî, yên baş tune ne.

Eger mirov ji hêla hejmarê ve binêre rast e ku ereb derdora 300 heta 400 mîlyonî ne, faris û tirk jî di navbera 80 û 100 mîlyonî de ne û dema mirov li hejmara kurdan ya kêm 40 heta 50 mîlyonî binêre û qedexekirina kurdî û parçekirin û bindestiya Kurdistanê bibîr bîne, zelal dibe ku ji hêla hejmarê ve berhemên kurdan ji yên din hindiktir in. Lê ev nayê wê wateyê di nav van berhemên kurdî yên hindik de berhemên baş û li gor hemû pîvanan astbilind tune ne. Ji ber vê mirov nikare bi temamî pala xwe bide vê sedemê.

– Nivîskarên kurdan bi kêr nayên û nikarin xwe bi cîhanê bidine naskirin.

Di nav nivîskarên kurd de, mîna nivîskarên hemû neteweyan, yên bêkêr û yên bi kêr tên hene. Eger em behsa tenê wan ên bi kêr tên bikin, mirov dibîne ku du nivîskarên kurd her çendî ji hêla wêjeyî ve wekî hevbin, lê dîsa jî yê kurd ê bi zimanekî din dinîvisîne stêrka wî ji ya nivîskarekî kurd ê bi zimanê xwe dinîvisîne geştir dibe û bêhtir bala her kesî dikişîne, wisa jî bêhtir tê wergerandin û bi her awayî xwedî lê tê derketin. Carinan bi xelatên biçûk û carinan bi yên mezin tê pêşwazîkirin. Wisa jî yê kurdînivîs dilşikestî, bê xelat, bê guhlêdan û bi xwendevanên hindik tê dorpêçkirin.

Mirov dikare bi dehên sedeman bihejmêre, lê ez ê li vir rawestim, da ku nivîs zêde dirêj nebe. Di vê beşê de min bêhtir bal kişand ser pirsên di derbarê paşguhkirina wergera wêjeya kurdî de, her wiha hin sedemên wê yên sereke. Di beşa din a nivîsê de ez ê bi mînakan ronahiyê bavêjim ser hin sedemên wergera berhemên erebî û tirkî bo zimanê ewropayî û bêparbûna kurdî ji vê yekê. 

Têbinî: Ev beşa yekemîn a nivîsê ye, beşa duyemîn dê bê.

Helîm YÛSIV-Diyarname.com

Derbar ziman

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply