
Çilbir xwarineke ji pêjgeha kurd e.
Çilbir û çilîbir ne yek in
Du cureyên wê hene. Çilbira navdar, a bi hêk û mastê tê çêkirin e. Çilbira bi goşt û şikevayê tê çêkirin, ne çilbir lê çilîbiran çilekîbir e. Mixabin bi şaşî tên tevlîhevkirin.
Gotin li ser çilbirê
- Çilbir xwar, hewcedarê çil û yekê nema.
- Çilbir xwar negot çil û yek.
Berkelî
Çêkirin
Badiyeke mezin bigirin û heya nîvî avê têxinê. Xwê bavêjin nava vê avê û bidin ser argûnê, bikelînin.
Gorî daxwazê hêkên xwe biçelpînîn û devanga quşxaneya xwe bigirin. Sîrê bikutin û tevlî mast bikin, tevdin. Sîr-masta xwe li binikên xwarinê (debax) parve bikin. Hêkên pijiyayî darivînîn wan jî li binikan belav bikin.
Rûnê xwe biqijilînin, îsotê berdinê û vê çênca xwe li binikan parve bikin, bînin ser destexaneyê.
Gotara berê: Folklor û Hiqûq
Gotara piştî: Lêkolînên “Neutral” Li Ser Koka Zimanê Avesta´yî/ Wedayî- Zazakî- Kurdî û Prosesên Alfabeya Latînî -3
Gotarên Têkildar
Divê bav 10 tiştan fêrî zarokên xwe bikin
Feydeyên lêxistina amûrekê muzîkê
Gelo pêçandina pitikê baş e an ne baş e?
Yên li mala wan ixtiyarên 65 salî û mezintir hebin bila vê nivîsê bixwînin

