
26.HÎZB
Xwedayê min! Bi hurmeta navên te,
bi libergerîn ji te dixwazim;
- Ey ê ku şeklan dide hemû hebûnan
- Ey ê ku her tiştî bi pîvanekê plan dike
- Ey ê ku guneh û qirêjîyan pak dike
- Ey ê ku kaînatê bi nûr dike
- Ey ê ku mû’mînan pêşkêşî bihûştê dike
- Ey ê ku kafiran dişîne dojehê
- Ey ê ku her tiştî hêsan dike
- Ey ê ku ebdê xwe hîşyar dike
- Ey ê ku mû’mînan mizgînî dike
- Ey ê ku her tiştî tedwîr dike
Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.
Xwedayê min!
Ji xeynî Te tû îlah nîne!
Em ji Te emanê dixwazin.
Me ji arê dojehê xilas ke


27.HÎZB
- Ey xwedîyê Beytu’l-Heram/Kabeyê
- Ey xwedîyê mehên qedexe
- Ey xwedîyê Mescîdu’l-Heram
- Ey xwedîyê Beledu’l-Heram/Mekke
- Ey xwedîyê rûkn/Haceru’l-Eswed û meqamê/Meqamê Brahîm
- Ey xwedîyê Meş’aru’l-Heram
- Ey xwedîyê cihê helal û heram
- Ey xwedîyê ronahî û taritîyê
- Ey xwedîyê tahîyye û selâmê
- Ey xwedîyê ezamet û îkramê
Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.
Xwedayê min!
Ji xeynî Te tû îlah nîne!
Em ji Te emanê dixwazin.
Me ji arê dojehê xilas ke


28.HÎZB
- Ey ê ku paldankê qelsan
- Ey ê ku stargeha xwe tuneyan re stargeh
- Ey ê ku rezzaqê hewcederan
- Ey ê ku alîkarê alîkarîyan dixwazin
- Ey ê ku parêzvanê xwe tuneyan re Parêzgeh
- Ey ê ku pesnên xwe tuneyan re Pesn
- Ey ê ku rûmeta xwe tuneyan re Rûmet
- Ey ê ku alîkarê xwe tuneyan re Alîkar
- Ey ê ku yarê xwe tuneyan re Yar
- Ey Xwedayê min ê ku ji xizanan re çavkanîya dewlemendîyê ye
Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.
Xwedayê min!
Ji xeynî Te tû îlah nîne!
Em ji Te emanê dixwazin.
Me ji arê dojehê xilas ke


29.HÎZB
Xwedayê min! Bi hurmeta navên te,
bi libergerîn ji te dixwazim;
- Ey ê ku qaîm
- Ey ê ku bê wî tu domdar tune ne
- Ey ê ku dilovanîya xwe zêde
- Ey ê ku hukmî xwe de adîl
- Ey ê ku her tiştî dizane
- Ey ê ku her tiştî diparêze
- Ey ê ku rizqî her jîndarî dabeş dike
- Ey ê ku selamet û ewlehîyê dide
- Ey ê ku kaînat gîştî di hikumdarîyê de ye
- Ey Xwedayê min ê ku her tiştî vere dike!
Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.
Xwedayê min!
Ji xeynî Te tû îlah nîne!
Em ji Te emanê dixwazin.
Me ji arê dojehê xilas ke


30.HÎZB
- Ey ê ku stargeha xwe tuneyan re parêzger
- Ey ê ku bexşandinê dixwaze re bexşîner
- Ey ê ku alîkarê alîkarxwazan
- Ey ê ku mihafiziyê dixwaze re mihafiz
- Ey ê ku îkraman dixwaze re îkraman dike
- Ey ê ku îrşadê dixwaze re murşîd
- Ey ê ku alîkarîyê dixwaze re alîkarîyê dike
- Ey ê ku mededê dixwaze re îmdadê dike
- Ey ê ku bersîvan dide yê ku diqîrin
- Ey Xwedayê min ê ku, bexşê dixwazin re mexfîretê dike
Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.
Xwedayê min!
Ji xeynî Te tû îlah nîne!
Em ji Te emanê dixwazin.
Me ji arê dojehê xilas ke

ÇandName Li pey şopa bav û kalan…