KEYBANÛYA KATWEYÊ
Phiona Mutesiya 10 salî û malbata xwe li herêma Katwaya ya Kampalayê ya ku paxtexta Ugandayê ye, di nava zor û zehmetiyê de jiyana xwe didomînin. Rojek zilamekî bi navê Robert Katende tê herêma Katweyê û piştî hatine Robert, jiyana Phionayê jî diguhere. Katende li vê herêmê zarokan hînê lîstîka kişikê dike. Bi alîkariya Katende, Phionayê jî hînê kişikê dibe û gelekî pêş dikeve. Êdî Phiona li Ugandayê di nava hosteyên kişikê de cihekê girîng digire. Phiona ji malbata xwe re dibe hêviyek û gelekî pêşdarazan bi helw û xireteke xwe têk bibe.
Filma bi navê “ Keybanûya Katwayê” , ji çîroka rasteqîn ya lîstîkvana kişikê ya navdar Phiona Mutesi hatiye wergirtin.
Filmê ku derhêneriya wê jinika Hîndî Mira Nair kiriye, ji pirtûka Tim Crothers hatiye wergirtin û ji aliyê William Wheeler ve jî Senaryoya fîlmê hatiye nivîsîn. Di rolên sereke de jî Madina Nalwanga, David Oyelowo û Lupita Nyong hene.
SEBASTIAN: DOSTÊ MIN Ê HÊJA
Berdewamiya serpêhatiya Sebastian û Belleyê, di payîza 1945an de, bi pîrozbahiyên ku piştî şer tên kirin, destpêdike. Sebastian mezin bûyê, hatiye 10 saliya xwe. Ya ku qet neguheriye ew e ku Sebastian her tim li benda Angelinayê ye. Lê Angelina ya ku di qezaya balafirê de, di kurahiya daristanê de winda bûye, mixabin venagere. Hemû bajarok hêviya xwe winda dike; lê kalikê Sebastian hin jî hêvîdar e. Li gor wî, zilamê ku navê wî Peter e, ji bo dîtina Angelinayê dikare alikariya wan bike. Lê beriya xelasbûna Angelinayê divê Sebastian û kuçikê wî li dijî gelek tengasiyan bisebr bin û ji bo sirra mezin amade bin. Ev sir,dê jîyana Sebastian û Belleyê hate hetayê dê biguhere…
Derhêneriya fîlmê Christian Duguay dike û di rolên sereke de jî Felix Bosset, Tcheky Karyo û Thierry Neuvic dilîzin…
JIYANA KUNDIROK
Kundirok, leqebê zarokekî 9 salî ye. Piştî diya wî ji nişka ve dimire, Kundirok ji aliyê polîsekî xêrxwaz ve xwedî lê têderketin û Ew Kundirok dibe sêwîxaneyekê ku zarokên di heman temenê Kundirok de lê dimînin. Kundirok, di serî de çiqas li vê derê mîna neyarekî binêre jî û xerîb ji re were jî bi alikariya polîs ve hevalên wî yên nû çê dibin. Kundirok li vê derê bawerî,ji xwe re avakirana malbeteke nû û hezkirina rastîn dê hîn bibe.
Senaryoya filmê ji aliyê Cêline Sciamma ve hatiye nivîsîn. Film him bi helwesta xwe ya tarî û him jî bi helwesta xwe ya naîf ve, bi her temenî ve bala temaşevan dikşîne. Di dengxistina fîlmê de Natacha Koutchoumov , Michel Vuillermoz û Adrien Barazzone cih digirin.