Çend Dilopên Reş Çilkiyan

”Lê li dinyayê ji kurdan mêrxastir peyda nabin. Dayikên kurd zarê xwe li çiyan û banî, di newal û deştan da tînin. Çawan ku tev bi xûn tên dinyayê, dema diçin jî li serî ligel xûna xwe dialin; sor tên sor diçin. Çavên kurdan da jiyîn û mirin yek e. Mêrên kurd ne bi jiyînê şa, ne bi mirinê xemgîn in.”

Îhsan Nûrî Paşa
Ji kovara Ronahî, Hejmar 28, Adar 1945

”Mêrê mêr carekê dimire; tirsonek hezar caran dimire! Ne mirin, lê tirs tehl e. Revîn ne gotineke kurdî ye… Berde, bila di sînga te de gulên şerê welatî bibişkivin. Ne rûyekî zer, lê sîngên mêran ên bi xwîn sipehî ne…Ku hûn rastî kurên Kurdistanê ne rabin dema şerî ye! Rabin bi camêrî û mêrxasî. Xwedê tucar rehmet û arîkariya xwe, ji camêrên xweyînamûs û bext, kêm nake.”

Ji kovara Hawarê ya sala 1933

”Dîsa ji we re dibêjim ku êdî bi eceman nexapin û ji sond û dest li Quranê xistin û ehd û peymanên wan bawer nekin, ji ber ne Xwedê dinasin û ne jî ji Xwedê û pêxember û roja qiyametê û hîsab û kîtaban bawer dikin, li cem wan bi tenê ji ber ku hun Kurd in, bila hun musilman bin jî, hun sûçdar û mehkûm in…”

Qazî Mihemmed

“Di her derî de mêranî, di her derî de kurdanî. Lê dijmin serdest, em di her derî de qels û bêkeys, ji lewra di her derî de bindest in. Belê mêranî qenc e, di her tiştî, nemaze şerî de mêranî şertê pêşîn e. Belê mêranî giyan e. Lê ji bona ko giyan bilive, tev bigere jê re dest û ling û ji wan destan re şûr û rim divêtin.”

“Belê şerê welatê xwe, rizgariya welatê xwe. Welato! Welato! Welatê xopan, neyarên te zehf, dostên te kêm in. Dostên te tenê em in, keç û kurên te. Em jî qels bêçek, bê tu tişt. Çarmedora me girtî; ji her alî rêya me birî, ji her milî dijmin. Çarnikar neyar, neyarê xurt, her kes yarê neyar, dostê zexm…”

(Celadet Elî Bedirxan)

Got: ”Baweriya we bi Xwedê, bi tiştên ji cem Xwedê tên û hezkirina Xwedê û Pêxember (silavên Xwedê lê bin) hebe, di pêkanîna wezîfeyên dînî de xurt bin… Yekîtî û tebayiya di nava xwe de biparêzin…Ji bo hin rojên jiyana bêqîmet a vê dinê, xwe nefiroşin dijminan.”

Gotinê te serser û çavan ezgorî.
Me bêriya te kir rêber, Qaziyê dilan….

“Zarono!
Ji Xwedê mezintir tu kes nîne. Berî her tiştî ji Xwedê û Pêxember hez bikin û piştre ji welêt û miletê xwe. Divê hon her wext emrên Xwedê pêk bînin, lê miqate bibin û şev û roj ji bo avahî û tenahiya milet û welatê xwe bixebitin ji Xwedêyê mezin û bilind hêvîdar bin.”

Dr. Kamiran ‘Elî Bedir-Xan

Tiştekî min heye…
Li ber çavan çar, di dil da yek e. Mecnûn li ser mubtela dibe, lê ne leyl e. Mem li serê can dide, lê ne zîn e. Bilbil li ser dixwîne, lê ne gul e. Perê perwanê dişewitîne, lê ne mûm e. Li serê ceng e, şer e, govend û ger e. Heyat e, jiyan e, doza kurdan e. Zîvîn e, zêrîn e, mêrg û kanî ne, dîcle ye, firat e, sîpan ararat e…Gelo çi ye…

“Gundê me şewitandin. Esker nehişt em biaxivin jî. Êdî min nikaribû xwe ragirim, min bi cênîkê yüzbaşî girt û got ‘bi her mûyê te ve ked û emekê min heye, me ev welat ava kir!’…Ev welat me ava kiribû, ew jî hatin mala me şewitandin.”

Kalê Mehmet Esen (Yê li ser wêne ew bi xwe ye)

“Navê te bi Berfên xwîndar û ruhn, li ser rêya Pîran, Xarpêt û Diyarbekrê de nivîsandî ye. Navê te li ser pola û hesin, ser ferş û li ser dilê camêran de diçirise û dibrûske. Ev çend sal in ko çêbûye, lê niho jî, ji navê te dijmin dilerize…“

(Kamiran ‘Elî Bedirxan li ser Şêx Se’îd)

“Welatînî di hundirê me de agirekî
miqeddes e. Pêta wî agirî ji me re her tiştên welêt dide hez kirin. Ji lewre, di ber çavên me de ax, av, çiya, deşt, dar û kevirên welatê me ji yen welatên din spehîtir, xweştir û şêrîntir in.”

Celadet ‘Elî Bedir-Xan

“Canê min, bi dil û kezeba xwe ve, bi jîn û hişê xwe ve, ji welatê xwe re sondên bext û dilrastiyê xwar.”

(Kamiran ‘Elî Bedir-Xan)

 Nivîskar û rêberên Kurd gava behsa Kurdan dikin digel pesndana mêrxasî û ‘egîdiya wan behsa van tiştan jî dikin…

”…radibin hevdu dikujin û malên hev dixun. Yek ji wan serê xwe ji ê din re natewîne.” (Cemîlê Haco 1932)
“…ji kuştina hev ra zor jêhatî ne.” (Îhsan Nûrî Paşa 1945)

 

Derbar Rêvebir

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply