Forum

SÊXIŞTÎ-6

1. Kalo memire bihar tê. Pîrê memire pincar tê. Pirpar, tolik û qîbar tê. 2. Pix kir kalê, kal tehisî. Lew xwaribû nanê tisî. Kete xwarê pîr reqisî. 3. Kalê min jîr, pîra feqîr, Wan vexwarî helalê şîr. Nanê genim pîvaz û sîr. 4. Ji bîr nakim ez şîrê dê. …

Read More »

Gêjgerînga Sewdafeş

Çapameniya civakî behr û derya ye Kûrbûna wê dûrî aqilê seriya ye   Ger tu nezan bî tê de difetisî Ger tu zana bî rastiyan dirisî   Ger tu jîr bî paşeronî yî Ger tu gêj bî mêjîgenî yî   Ger tu hişmend bî wek tav dibiriqî Ger tu bêfêhm …

Read More »

Toterîka zimên û destpêka geşedana şaristaniyê

Bêguman mirov nikare bi xîred û namûsa kesekî din xîredkêş û binamûs bibe. Pêşiyên kurdan ji mêj ve badilhewa negotiye ku “jina xelqê ramûsanek, hespa xelqê meydanek, kinca xelqê ro û danek”. Aşkera ye ku mezinan gotiye bi jin, hesp û kinca xelqê mal çênabe; lê belê gava mirov ji …

Read More »

ŞERÊ KERÊ BIGUHAR Û KERÊ BIZENGIL

Carekê du kerên reş bûne heval. Di stuyê yekî de zengil hebûye û di guhê yekî de jî guhar hebûye. Herdu ker bi hev re çûne li mêrgekê çiriyane. Bala xwe danê wa ye makerek jî hate ba wan û çêriya. Kerê bizengil gotiye: – Telên vê makerê xweş in, …

Read More »

PELÊ ZER Û ZERHEMÎ

Çend roj berê ez ji der dihatim mal Dîte min pelek li erdê daye pal   Min mêzekir pel li ber sekratê ye Hem li ber wê sekerata mewtê ye   Evî pelê zeman kî wek pilinga Çi xêr îroj ketibû nava linga   Min rahişte pelê xwe anî jorê …

Read More »

Li gor Îslamê Jin û Bazirganî

Herçendî gelê Rojhilata Navîn bi gelemperî misilman bin jî, mixabin kevneşopiyên wan li gor qaîdeyên Îslamê teşe negirtiye. Û mixabin ramanên wan ên paşverû her tim di jiyana rojane de li wan hukim kiriye. Kevneşopî her dem di nav jiyana gelê Rojhilata Navîn de serdestê zagonên Îslamê bûye. Û mixabin …

Read More »

MULTÎPLE SKLEROZ (MS – MULTIPLE SCLEROSIS)

Multîple, “pirhejmar” e; skleroz jî “hişkbûn” e. Multîple: Li gelek cî û deveran bandorîlêkirin e. Skleroz: Piştî êrîşa pergala parastinê ya li dijî rûyê dora şaneyên rehikan (Myelin Sheath) hişkkirin û bi vî awayî bêkêrkirina rû ye. MS, nexweşîyeke li ser mejî û mejîpiştê bi bandor e. Domdar e. Di …

Read More »

ZIMAN ŞÎRÎN E ŞÎRÊ DÊ

Ziman şîrîn e şîrê dê. Vexwî wî têr dibînî xêr. Nemîn dûr jê bimij tim pê Dixwînim têr dibim pê fêr.   Tu zarê min û barê min. Sibeh êvar tu karê min. Bijî daîm li warê min. Li gundan ta bi nav bajêr.   Ji axaftin, nivîsa zar. Nemînî …

Read More »

EPÎLOGA HESENÊ METÊ

Bêguman jiyan ji kesî ra nabe yar. Ew bayek bêxwedî, bêalî û bêdawiye. Em îro paşeroja xwe dizanin lê pêşerojê qet nizanin. Di navbera hebûn û hêviyan de hemû tişt mîna tayê pembo ye. Pir sihêl, pir sivik û nêzî qetandinê. Beriya pandemiyê dîsa me dikaribû hewkî tişta bavêjin navê, …

Read More »

FEDÊYA KURD Û EFREDÎTEYA YUNANÊ

Bêguman dema meriv dikeve nava lêkolînan, meriv li gelek tiştên girîng rast tê. Yek ji wan jî Fedêya Kurdistanê û Efrodîteya Yunanê ye ku herdu jî ji kefa behrê çêbûne. Efrodîteya ku di mitolojiya Yunanê de ye, xwedawendê evîn û bereketê bûye, li gor baweriya Yewnanan ji kefa Behrê çêbûye. …

Read More »