Tiştekî ecêbe ku cara yekem Şanoyeke Kurdî bi pirtûkên zarokan a şanoyekê bikê. Li Stenbol, Amed, Elih û Wan şanoyên kurdî hene û li Mêrdînê jî yek li wan zêde bû: Şaneşîn Performans. Werin em bi hev re Şaneşîn Performansê nasbikin û piştgiriyê bidin xebatên wan.
Şaneşîn Performans, wek koma şanoyê bi pêşengtîya hin mamosteyên Kurdî û dilxwazên vê qadê ve, di 9ê meha Sibata 2022an de li Mêrdînê hat avakirin.
Armanca me xizmetguzarîya Şanoya Kurdî û herweha Zimanê Kurdî ye. Şaneşîn Performans berê xwe dide lîstikên şanoya Kurdî û ya cîhanê, lîstikên nû diafirîne û bi terz û şêweyeke nû dixwaze asta hunera şanoya Kurdî bi disîplînên din re bilindtir û geştir dike. Ne bi tenê li bajarekî; li her çar alîyên welêt û ewrûpayê dixwaze hunera kurdî temsîl bike.
Şaneşîn Perfomans niha amadekarîya xwe ji bo lîstika “Bêcir”ê dike û ji bo ku vê lîstikê derxîne ser dikê alikarîyê ji temaşevan û dilxwazên şanoya kurdî dixwaze.
Weke temaşevan hûn dikarin çawa alikarîya me bikin?
Li ser malpera https://www.pirtukakurdi.com/Mardin-Sanesin-Performans-Destek-Kampanyasi-tr û www.morizarok.com ê li ser navê Şaneşîn Performansê pîrtûkên ji bo zarokan hatine amadekirin. Kesên ku dixwazin alikariya me bikin, dikarin li ser van malperan li ser navê me pîrtûkan bistînin.
Em ê çi bikin ji van pirtûkan û dê çawa alikariya we bigihije me?
Projeya me ew ê nêzî 10 rojan berdewam bike û di dawiyê de pirtûkên ku hatine firotin,dê li ser navê Şaneşîn Performansê li Colemergê ji bo dibistanekê were bexşkirin û her wiha pirtûkên din jî ew ê li kêleka biletên şanoyê, wek diyarîya we em ê bi temaşevanên xwe re parve bikin û herweha pirtûkên ku hatine firotin bi sponsoriya Pirtukakurdî û Morî Zarokê ve ji bo lîstikê ew ê were xerckirin.
Em bi kêlecan li benda temeşavanên xwe ne!
Ji bo têkilîyê:
sanesinperformans@gmail.com