Behram – Mars (Sorik)

Ka werîn em bi hevre Behramê nas bikin!

Gerstêrka 4.an di nav Sîstema Tavê deye. Navê Behramê yên din Mars e û ji mîtolojîya Yewnanî tê. Ew nav jî yê xwedayê şer e.

Gerstêrka Behramê xwedî atmospferek tenîk û nerme. Ji ber vê ye kû di bin têsîra radyasyonê deye. Belê dîsa jî di nav atmospferê de oksicen hate dîtin. Rengê Behramê sorike ev jî, ji ber kû di nav pêkhatîyên wê piranî hesînê bi oksid heye.

Behram li gor erdame biçûke lê belê dîsa jî ihtîmalek mezin heye kû jiyan lê peyde bûye. Ji ber vê ixtîmalê ji hêla gelên dinye ji nêz ve te şopandin. Bi rastî gelek ecêbe gelek… Behram weke dinyê xwedî şiklên cûrbe cûre. Erd, şûna çem, çîya, gîr, berî, newal û agirpîj hene. Çiyayê Olîmpos, di sîstema tavê de çiyayê herî mezine û 25km dirêjî asîman dibe. Bi rastî ecêbe ke bi tena serê xweyi. Di sala 2008.de li nivgûlora bakurî marsê kortala herî mezin di sîstema tavê de hate dîtin. Bi qasî 10.600km dirêjahî û 8500km firêyî ye.

Behram gerstêrkek ecêbe kû ji bilî dinyê cîhekî taybete kû dibe ava likîd bê dîtin. Ji xwe ev çend salin sondayên Nasa yê çend mînak ji nav qeşaya li qûtba hate ditîn girt. Aniha 3 maşîneyên kişfê li derdora marsê digere û sondayek li nav axa marsê tev digere. Nave wan; “Mars Odyssey, Mars Express veMars Reconnaissance Orbite” ye. Me goti bû Behram xwedî taybetmendîyek cûdaye ev jî, ji ber kû piştî lêkolînan derket holê kû ev gerstêrk di demên borî de xwedî cîhên dewlemend bû jî alî avê. Di projeya Nasayê a Mars Global Surveyor, derket kû qeşaya qutba bakur bi paşde kîşyaye. Heyfa Behramê…

Mars xwedî 2 dûvikên şiklo mikloye. Navê yekê Phobos a dîn Deimos e. Bi qasî navê xwe xerîbin. Behram bi qasî nîvê dinya me mezîne. Ronbûna wê ji a ardema kêmtire û hecma wê bi qasî %15 û kûtla wê jî bi qasî %11 ‘e erda me ye. Me gôtibû sor bûna we ji ber “hemotît yan, pas yan ji hesinoksît ve tê. (Fe2O3)

Rûpela Astronomîya

Derbar Çand Name

Check Also

Pirsên Herî Mezin Ên Gerdûnê

1.Gerdûn bi çi awayî hat avakirin? Em dizanin ku gerdûn bi Teqîna Mezin (Big Bang) …

Leave a Reply