Bajar: Êlih

Êlih: (bi tirkî: Batman) bajarekî bakurê Kurdistanê ye.
Navê bajêr ê kevn Êlih e. Di sala 1957an de navê bajar bûye “Batman”
Bajar li bakûr bi Bidlîs û Mûşê, li rojhilat bi Sêrtê, li başûr bi Mêrdînê û li rojava jî bi Amedê hatiye dorpêçkirin.
Erda herêmê ji %75,7 ji çiyayan pêk tê. Zozan û deşt ji % 24,3 e. Ji wî erdî ji % 91,7’ê wî ji bo çandiniyê tê bikaranîn. Li herêmê bi tenê nîsk,genim, tûtin, pembo, tirî û zebeş, pîvaz, tên çandin. Gûz, berrû, hirmî, behîv û hejîr jî li wir tên şitlandin.
Li herêmê avhewaya reşahiyê serdest e. Havînan germ û zuha, zivistanan jî sar û berf û payîz baranî derbas dibe.


Sason (2.973 m), Zupser (2.044 m), Raman (1.263 m) çiyayên herî navdar in.
Deşta Êlihê (10.000ha). Deşta Qubînê (dirêjahî 15-20, firehî 2-3km ye). Geliyê çemê Êlihê û beşek ji geliyê çemê Dicle geliyên herî mezin ên herêmê ne. Lê belê gol li herêmê tune ne. Çemê Êlih û Dicle yên herî mezin ên ku li herêmê diherikin in. Çemê Xerzan jî dikeve nav sînorên bajêr.


Piraniya nifûsên herêmê ji misilmanan pêk tê. Li gundên li dora Qubînê êzîdî gelheyeke mezin dinimînin. Xiristiyan pir kêm li herêmê peyde dibin. Piraniya gelheyê ji kurdan pêk tê. Van salên dawî bi saya rafînera petrolê tirk jî li herêmê bi cih bûne. Ereb û suryanî jî civakên din ên herêmê ne.

إيلح: أو باتمان بالتركية. مدينة تقع شمال كوردستان (القسم الخاضع لتركيا).
الاسم القديم للمدينة هو إيلح. في العام 1957أصبح اسم المدينة (باتمان).
تربطها من الشمال بدليس وموش,من الشرق سيرت, من الجنوب ماردين ومن الغرب آمد (دياربكر).
57.7% من مساحة المنطقة جبلية, و 24.3% من السهول والمراعي, ومن تلك السهول والمراعي تستثمر 91.7% منها في زراعة العدس والقمح و التبغ والقطن والبطيخ والبصل, بالإضافة إلى أشجار العنب والجوز والبلوط والإجاص و واللوز والتين.
جو المنطقة شديد البرودة ومثلج شتاءً وشديد الحرارة والجفاف صيفاً, أما خريفاً فهو ممطر.
أشهر جبال المنطقة هي: ساسون (2.973م), زوبسر (2.044م), رامان (1.263م).
سهل باتمان (10.000هكتار). سهل قوبين ( بطول 15-20 وعرض 2-3كم). أشهر وديان المنطقة هو وادي نهر باتمان وقسم من وادي نهر دجلة. ولكن لا توجد بحيرات في المنطقة أما نهرا دجلة وباتمان هما الأشهر بالإضافة إلى نهر خرزان.
أغلب سكان إيلح (باتمان) مسلمين. توجد نسبة لابأس بها من الإيزيديين في القرى حول بلدة قوبين. أما الخريستيان نسبتهم قليلة جدا. أغلب سكانها من الكورد. في السنوات الأخيرة وبعد اكتشاف واستخراج النفط منها سكنها الأتراك أيضاً. مع أقليات عربية وسريانية.

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply