Mihyedîn Nahrîn

Bikeve Rê

Di rêkeke ne dîyar de û li pey şopa sîyên nenas de û ber bi tunebûnê ve dimeşin. Divê carna meriv xwe li rîyan bixe, meriv di rê de li rastî hebûn û tunebûnê dibe. Ji bo rêya rast hewce dike ku meriv ji şaşîyên xwe ders werbigire. Ji şaşîyan …

Read More »

Mizgeftên Vî Zemanî Ne Ti Mizgeft In!!!…

Cejna we te va bimbarek be, ey xwînerên hêja…   Vê sibehê bi keyfxweşî ji xew şîyar bûm. Ji xwe divê meriv her sibehîya cejnê bi keyfxweşî pêşwazî bike. Bi dilekî germ û rûyekî li ken min berê xwe da mizgeftê ji bo nimêja cejna hecîyan ku eda bikim.   …

Read More »

Bi Teknîstanê re hevpeyvîn

Hûn dikarin xwe bidin nasîn? Teknistan.com  malpereke tenê derbarê teknolojiyê ya bi temamî kurdî ye. Nivîsên teknistanê derbarê nûçeyên teknolojiyê an rêbertiya teknolojiyê ye. Hûn çend kes in û endamên we bi çi ve mijûl in? Em niha 4 kes in. Endamên me li jiyana xwe bi karên cur bi …

Read More »

Portre: Mihemê Kurdo û Zûgotinokên Wî

Mihemê Kurdo, camêrekî dildarê dildayê ziman û çanda xwe ye. Keyfa wî ya herî mezin gava li ser ziman û folklora Kurdî dixebite zihûr dibe. Hewqasî ji vî kare pîroz hez dike. Wexta dest bi xebatên xwe dike û diqedîne ji nû ve gîyanê wî şîn dibe; gîyanê wî siviktir …

Read More »

Tenêtî Karxezalek bû

Tenêtî karxezalek spehî û delal e. Tenetî nîvxwedêbûna mirovî ye û tenêtî destpêka afirînerîyê ye. Di vê dewra modern de tenetî bûye bela serê mirovan û mirov ha ha û zû bi zû ji tenetîyê direvin û berê xwe didin cihê qelabalix. Ew qelabalixî mejî û kesatîya wan ditevizîne û …

Read More »

Welatê Hember Welatê Me ye

Welatê hember welatê me ye Qe ku tune çar perçe ye Welatê ku azadî tê de tune Ew welat jî xirabe ye Wey li minê wey li minê Şervanên min çû pey azadîyê Hatim Ala Rengîn hildim jorîn Dijmin ketê ser rîya ne Ez ji dilê Kurdistanê tê me Qelenê …

Read More »

Bi Cana Re Meriv Dibe Can

Dinya ne bi zorê ye, bi dorê ye. Wiha digotin yên berê, wiha dibêjin yên niha û dê wiha bêjin yên bên. Herkes dora xwe dike û diçe. Ev cîhan eynî mîna dika şanoyê ye. Dibe ku şanoya we qomedî, trajedî û an jî cureyeke din be. Ev yek bi …

Read More »

Mizgeftên Vî Zemanî Bûne Darpxane

Mizgeft cihê manewiyatê ye ne cihê maddiyatê ye. Lê mizgeftên vî  û mîsyonerên wan tev ji rê derketine. Heraklîtos tîne ziman ku her tişt diguhere û tiştek wek berê namîne. Mizgeftên vî zemanî jî li gorî demê û li gorî pêwendiya mirovan hewceye xwe biguherînin. Reformeke baş ji dînê misilmantiyê …

Read More »

Nameyek Derengmayî

Belê rast e çi bê gotin bê feyde ye û çi bê gotin bê wate ye. Her tişt di cihê xwe de û di wextê xwe de xweş e. Her demek, her kêlîkek, her hevalek û her fikir û raman pîroz in. Her yek ji wana rêça jîyana me diguherînin. …

Read More »

Di Gotinên Pêşîyan De Jin -2

Folklora me geh pesnê jinê dide û wê derdixînê asta herî bilind û geh wê ji asta jor tînê û li erdê dixîne. De ka em binêrin yên berê çi gotine. Jina paşîn mînapînê berovajî ye. Jina xirab ne tê kuştin û ne jî tê berdan. Jina şermîn bi milletekî, …

Read More »