Konê Reş

Gotinek di 123 Saliya Rojnamegeriya Kurdî de

Ho bajarê min.. xelkên min.. bihara welatê min..! Va 22ê Nîsanê, cejna rojnamegeriya Kurdî hat.. 123 saliya derçûna rojnameya dayik (KURDISTAN) e.. Cejna ziman û peyva kurdî ye.. Werin em di vê rojê de silavê li giyanê wan pêşengan bikin; ew ên ku bingeh danîn û ev azadiya vê roja …

Read More »

Meha Nîsanê û Sala Nû; Çarşemba Sor

Ji mêj ve, gelê kurd di meha Nîsanê de, bi ahengên kêf û şahiyê pêşwaziya sala nû dikirin û wiha ta roja îro ku, ew pêşwazî bi tenê di nav kurdên Êzidî de maye.. Belê hê jî, ew kurdên ku bi ola xwe Êzidî mane pêşwaziyê vê rojê bi aheng …

Read More »

Ji Evîna Rojên Kevin (Semîra)

Ji Evîna Rojên Kevin (Semîra)   Konê Reş   Tevî ku ez û wê ji du dinyayê ne wek hev, dijî hev in, ez ê di roja 5ê Nîsana 2021ê de pêşwaziya 27 saliya dûrketina me ji hev bikim..! Ew roja malwêran.. roja ku bi carekê re destê me ji …

Read More »

Seyid Remezanê Berzencî (1930 – 2004)

Seyid Remezanê Berzencî; di nav kurdên herêma Cizîrê de, yek ji navdarên Melayên kurd yên welatparêz û bi rûmet dihat nas kirin.  Navê wî Remezanê Silêmanê Îbrahîm e, bi navê Seyid Remezanê Berzencî di nav kurdan de hatibû nas kirin. Ew ji malbata Berzenciyan bû. Ev malbata ku di Kurdistanê …

Read More »

Ezbenî! Çend Xilmaşî!

Ezbenî! Gotin di dawiya şevê de digrîn..! Bêdengiya me, vî heyamî dilewitîne..! Ev heyamê ku em ji bo wî distirên, ew serê xwe ji me re dihejîne û di ber xwe de dibêje; pepûk..! Wa weylê..!! Ezbenî! Her ku di rewşa civaka xwe de diponijim, xwe himberî civakê biçûk dibînim, …

Read More »

Mamoste Mihemed Berzencî Nas Bikin!

Bi min xweş e ku ez Mihemed Berzencî welatparêz û evîndarê zimanê kurdî bibîr bînim û bi we bidim naskirin. Evê ku di rojên teng û dijwar de karîbû pirtûkekê bi navê (Fêrkirina Zimanê Kurdî bê Mamoste), ji me re berhev bike.. Erê wî! Ku ez û te wî bibîr …

Read More »

Ezbenî! Ez Ji Beriya Mêrdînê Me!

Ezbenî! Ez ji Beriya Mêrdînê; kezeba Mezopotamiyayê me.. Ev beriya ku ji destpêka mirovahiyê ve şûnwar lê hatine avakirin, hesip lê hatine kedîkirin, genim lê hatiye çandin, erebe û tekel lê hatine çêkirin.. Erê, ji mêj ve gelek şaristanî li ser xaka wê hatine avakirin, gelek nîjad têre derbas bûne, …

Read More »

Ûsivkê Çelebî û Strana Şerefo Were Kumê Xwe!

Di 1923an de piştî damezirandina komara Kemalî li Tirkiyê, bi tundî şerê kurdan li Bakurî Kurdistanê hat kirin.. Nexasim piştî bidarvekirina Şêx Seîd û her 47 hevalên wî ji Şêx, Axa û rewşenbîrên Kurd di sala 1925an de.. Di sala 1935an de da Kemalîstan bi rengekî gurtir berê xwe dane …

Read More »