Konê Reş

Min Got û Negot!

Gelo! Hûn dizanin, her ku kalemêrek an pîrejneke me dimire, pitûkxaneyeke me pê re dişewite..! Û her roj kalemêr û pîrejinên me li ser rêka oxirê ne.. Her roj pirtûkxaneyên me têne şewitandin..! Mixabin! Rêxistinên me, nefikirî ne ku, zargotin me ji ser zardevê wan bidin hev û tomar bikin..! …

Read More »

Li ber dergehê Laliş

(Parastin û Guhdana Kurdên Êzidî Serketin û Pêşketine Kurdistaniyanê ye) Roja îro, di navbera gelan û olan de cudahî û berberî hin bi hin kêm dibe.. Diyare ku ew jî ji ber zanîn, giyanê birayetiyê û wekheviyê ye. Pêwîste em baş bi qedir, qîmet û bihayê vê pêşveçûnê zanibin, xebat …

Read More »

Mîr Dr. Cemşîd Celadet Bedirxan (1939 – 1999)

Di van salên dawî de, gelek ji keç û xortên welatê min, pirsa zarokên Mîr Celadet û Rewşen xanim Bedirxan ji min dikin.. Dixwazin wan nas bikin.. Nexasim kurê wan Dr. Cemşîd nas bikin.. Dibêjin; me navê keça wan Sinemxan Bedirxan bihîstiye ku li Hewlêrê ye, lê em tiştekî li …

Read More »

Mûsa Anter û Strana Kimil

Di sala 1958an de, Mûsa Anter û du hevalên xwe: Avokat Canip Yildirim û Ebdurehman Efhem Dolak rojnameya (Ilerî Yurt/ Welatê Pêşketî) li Diyarbekirê diweşandin. Hingî armanca wan ku doza Kurdî di nav xwendekarên Unîversîtî de belav bikin.. wan serwextî rewşa Kurdistanê bikin. Lê ji ber gotarekî Apê Mûsa bi …

Read More »

Ji Evîna Rojên Kevin (Helbestek Berî 27 Salan)

Min ev helbesta xwe; (Jîn bi Fene), berî 27 salan nivîsandiye. Piştî ew bûyera terafîkê ya malwêran ku di roja 5/4/1994an de hat serê me û kebaniya min têde canê xwe ji dest da..  Dema ku em ji Şamê dizîvirîn mala xwe Qamişlo. Hingî, dostê min î hunermend (Adil Hiznî), …

Read More »

Fermana Fila û Bajarê Qijnika

Pirê caran zilamên gund li ber talda dîwaran li qelavîzka rûdiniştin, pişta xwe didan dîwaran û her yekî ji kîsê tûtina xwe çixareyek ji xwe re dipêça, vêdixst û dikşand.. dûyê çixareyan bi ser serê wan de bilind dibû û bi hev re diştexilîn..Em zarok li dor wan diçûn û …

Read More »

Gazinek Ji Meha Nîsanê!

Nîsanê! Ev çi ewrê reş e, Xwe di ser bajarê min re Dibe û tîne?! Çima tu dêmê xwe ji xelkên min Diguherîne..?! Nakokî, dubendî û berberiyê Di nav xelkên min de Gur, bilind û sor dike..?! Nîsanê! Tu gula biharê û bûka salê ye.. Heyva gul, kulîlk û çîçeka …

Read More »