
Were ji berbangê bipirse evîn
Bipirse ka çawa derbas dibin rojên min çiye halê min
Hemû berbangên rojê,
Xemgîniya min pêşwazî dikin bi çavên şil
Her bi hesreta te dişewite giyana dêm li deşta dil,
Wa dîsa şeve evîn,
Te dinivsînim bi pênûsakî hibrî,
Tevlihev dibe hibr û hêsir,
Tilî dicemidin û dil te dirêse nava hestên bê war,
Awirên minê qerisî ,
Bi xeyalên te germ dibin
Carna min hembêz dikin awirên teyê bûheştî,
Şaş dibim û diperpitim
Destê xwee dirêj dikim ku te bigrim,
Dîsa tu dibî xeyal û wenda dibî
Were evîn,
Ma nebese ewqas hesret û bendemayîn,
Were lalezaran biçine li baharên min
Destpêk biharê evîn were
Bihelîne cemedên nava dilê min
Bibe werzebayek biharê were
Were evîn were
Bila neqerise kenên evîniyên li ser lêvên min
Abdullah Yavuz
Gotara berê: Mewlîdê Usman Esad Efendî
Gotara piştî: Gelo Pêşengeha Amedê Çawa Derbasbû?
Gotarên Têkildar
Kurteya Romana ”Romana Hinara Dawî ya Dinyayê” ya Bextîyar Elî
Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e

