Bi alîkariya şîr, cixarê berdin

Gelek însan hene, her ku dikevin saleke nû dibêjin ‘ez ê îsal cixarê berdim’. Lêbelê mixabin piştî hefteyek du hefteyan ev biryar bê encam dimîne.

Ji bo kesên ku dixwazin cixareyê berdin, Dixtora Pispor Tugçe Kasapoglu Hurkal dibêje “Gava dilê we xwest ku hûn cixarê bikişînin, beriya ku hûn cixareya xwe vêxin, qedehek şîr vexwin. PHya nava devê meriv çi qas asîdîk be, daxwaza nîqotînê jî ew qas hindik dibe.”

Her wiha Kasapoglu ji bo kesên ku dixwazin cixareyê berdin, vê pêşniyariyê dike: “Her roj vêxistina cixareya xwe saetek dereng bixînin û her carê cixareya xwe deynin cihekî din, bi vî awayî hûn ê ji tevgera xwe ya ku rasterast destê we diçe cixareyê, hinekî xelas bibin.”

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Otîzm û Çareserî

Otîzm, pêşveçûna mêjî ya ne normal e ku bandorê li ser ragihandin, tevger û têkiliyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *