
Di demên berê de, mirov bi hev re dijiyan, bi hev re dixebitîn, bi hev re xwarin dixwarin û kêf û keder bi hevdu re parve dikirin. Jiyana wan, her çiqas zehmet û dijwar bû jî, bi girêdana civakî, hevaltî, malbat û cîranî wateyek digirt. Lê di roja me ya îro de, her ku şert û mercên jiyanê diguherin, mirov jî hêdî hêdî ji hev dûr dikevin. Teknolojî, jiyana modern, pêşketina bajaran û zêdebûna mijûlbûnan, her çiqas hin derfetên nû pêşkêşî me bikin jî, carinan dibin sedema qutbûna têkiliyên mirovî. Mirov her ku diçe, tenê dibe.
Tenêbûn ne tenê ew e ku mirov di odeyekê de bê kes bimîne. Mirov dikare di nav komekê de, di nav malbatê de, di nav hevalan de û di nav civakekê de jî tenê be. Tenêbûna rastîn ew e ku mirov nikaribe hestên xwe bi kesekî re parve bike, nikaribe bê tirs û bê fikar xwe îfade bike û di kederê de xwe bêkes hîs bike. Carinan mirov bi gelek kesan re diaxive, lê tu kes wî/wê fehmnake. Bi gelek kesan re dikeve têkiliyê, lê tu kes nizane di hundurê wî/wê de çi diqewime.
Di jiyana îro de, telefon û torên civakî rêya têkiliyê hêsan kirine. Mirov dikare di çend saniyeyan de bi kesekî li welatekî din re biaxive, wêneyan parve bike û agahiyan bistîne. Lê ev têkiliyên zû û pir caran kêm kûr, her dem nikarin cihê hevaltî, guhdarîkirin û têgihiştina rastîn bigirin. Dibe ku bi hezaran şopîner û hevalên dîjîtal hebin, lê di kêderê de tu kes nebe ku bêje: “Ez li vir im, tu dikarî bi min re biaxivî.”
Sedemên tenêbûnê gelek in. Zêdebûna kar, kêmbûna wextê, berjewendiyên kesane, pêşketina materyalî, nakokiyên malbatî û kêmbûna baweriyê di nav mirovan de, dikarin mirovan ji hev dûr bixin. Her kes dixwaze jiyana xwe baştir bike, lê carinan di vê hewldanê de mirov ji bo kesên derdora xwe wextê xwe veqetîne. Mirov dixwaze serkeftî be, xwedî mal û milk be, di karê xwe de pêş bikeve; lê ji bîr dike ku jiyana mirov tenê bi tiştên maddî nayê pîvandin.
Tenêbûn bandorê li ruhê mirov dike. Mirov dikare bêhêvî, bêhal, xemgîn û ji jiyanê dûr bibe. Dema ku mirov xwe bêkes hîs dike, pir caran fikrên xwe di hundurê xwe de zêde dike û ji derdora xwe dûr dikeve.
Dûrketin dikare tenêbûnê mezintir bike. Ji ber vê yekê, divê mirov tenêbûnê wekî pirsgirêkeke kesane nebîne; ew pirsgirêkeke civakî ye ku pêdivî bi têgihiştin, dilovanî û alîkariyê heye.
Ji bo ku em vê tenêbûnê kêm bikin, divê em têkiliyên xwe yên mirovî xurt bikin. Guhdarîkirina hev, serdana kesên ku demek dirêj e em wan nabînin, pirsîna rewşa heval û xizmên xwe, parvekirina kêf û kederê û afirandina derfetên civînê, dikarin gelek tiştan biguherînin. Carinan peyamek, telefonê, serdanek an jî gotineke dilsoz dikare di dilê kesekî tenê de ronahiyekê çêbike.
Mirov ji bo jiyanê pêdivî bi mirovên din heye. Em bi hev re mezin dibin, bi hev re fêr dibin, bi hev re hêz dibînin û bi hev re ji zehmetiyan derdikevin. Di hundurê herkesî de pêdivî bi kesekî heye ku wî/wê bibihîze, têbigihêje û bê şert û merc qebûl bike. Ji ber vê yekê, divê em di nav jiyana xwe ya mijûl de cih bidin mirovahiyê.
Mirov her ku diçe tenê dibe, lê divê em rê nedin ku tenêbûn bibêje mirov ji mirovahiyê bêpar e. Hê jî dikare hevaltî, dilsozî, evîn û têgihiştin di nav me de zindî bimînin. Heke em destê hev bigirin, guhdarî bikin û ji bo hev wextê xwe veqetînin, dikarin vê tenêbûnê kêm bikin û jiyanê ji nû ve bi wate bikin.
Serhat Eryaman
Gotara berê: Asîda deoksîrîbonukleyî (ADN)
Gotara piştî: Cilûbergên kurdî
Gotarên Têkildar
Yekemînê YKSyê M. Fatîh Akbaş: Ayetul Kubra nêrîna min guherand
50 pirtûkên Kurmancî yên navdar û zêde hatine firotin


