
Yekem Berendamê Weşanê (“RC1”) a WordPress 7.2 ji bo daxistin û ceribandinê amade ye!
Ev guhertoya nermalava WordPressê hêj di qonaxa pêşvebirinê de ye. Ji kerema xwe ve vê guhertoya WordPressê li ser malperên aktîf saz nekin. Li şûna wê, tê pêşniyarkirin ku hûn RC1ê li ser malpereke ceribandinê biceribînin.
Hûn dikarin ji van rêbazên li jêr WordPress 7.2 RC1ê biceribînin:
- Pêvek (Plugin): Pêveka WordPress Beta Tester li ser malpereke ya WordPressê saz bikin û çalak bikin. (Kanalê “Bleeding edge” û herikîna “Beta/RC Only” hilbijêrin.)
- Daxistina Rasterast: Guhertoya RC1 (zip) daxînin û li ser malpereke WordPressê saz bikin.
- Rêzika Fermanê (Command Line): Vê fermaneka WP-CLI bi kar bînin:
wp core update --version=7.2-RC1 - WordPress Playground: Ji bo ku nermalavê rasterast di geroka (browser) xwe de biceribînin, WordPress Playground instance bi kar bînin.
Dîroka fermî ya hatina weşana dawî ya WordPress 7.2 8ê Kanûna Pêşîn a 2026an e. Tevahiya bernameya weşanê li vir tê dîtin. Alîkariya we ya di ceribandina guhertoyên Beta û RC de ji bo ku ev weşan heta radeya pêkan biîstiqrar û bi hêz be, pir girîng e. Spas ji bo kesên ku bi ceribandinê beşdar dibin re!
Gotara berê: Ma tu nikarî berhevkarîya folklorîk bikî?
Gotarên Têkildar
Feydeyên Şikirkirinê – Mele Elîyê Şoşikî
Mizgînî! WordPress êdî %100 Bi Kurdîya Kurmancî ye


