
Dîrok: 13.11.2026
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّح۪يمِ
وَلَا تَقْفُ مَا لَيْسَ لَكَ بِهٖ عِلْمٌۚ اِنَّ السَّمْعَ وَالْبَصَرَ وَالْفُؤَادَ كُلُّ اُولٰئِكَ كَانَ عَنْهُ مَسْؤُ۫لاً
“Nede pey tişta haya te jê tune!
Çikû guh û çahv û dil hene, hemî pirsyar in”[2]
وَقَالَ رَسُولُ اللّٰهِ صَلَّى اللّٰهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ:
كَفَى بِالْمَرْءِ إِثْمًا أَنْ يُحَدِّثَ بِكُلِّ مَا سَمِعَ.
“Meriv, her tişta bîhîstî bêje gunehê wê besî meriv e.”[1]
Gelî Musulmana!
Roja me ya îro da ku teknojiyên ragîhînê bi lezgînî pêşva deherin, êdî têkiliyên me yên beşerî û civakî, li ser mecrayên gumanî yên bi navê “medya civakî” pêktên. Ew mecrayên ku bi saya wan agahî di nav çend kêliyan da li cîhanê belav dibin, nasname bi rûpoşan va tên veşartin, rastî ji nerastiyê bi zor tê venasîn, li hemî cîhanê dibin sedemên xirabûna exlaq. Ev guherîn û geşedanên hanê, li me ferz dikin ku em pirsyariyên xwe ji nû va ber çavan ra derbaskin, cîhana dîjîtal da edebê, mehremiyetê û duristiyê biparêzin.
Gelî Ciwanan!
Bikaranîna mecrayên dîjîtal bi awakî çalak bona heq û heqîqet zêdetir bigîhîje xelkê him firsendeka vê dewrê ye û him jî pêwîstiyek e. Lêbelê hin kes hene nirxên xwe bi qayilbûna xelkê va dipîvin, di rûyê medya civakî da ji eslê xwe diqetin, dikevin heyra qayilbûnê, dibin hêsîrê mirês û berxweriyê. Hin kes jî hene veşartîbûna li ser wan mecran ji xwe ra firsend dibînin û li ‘eyb û qisûrê xelkê digerin, derewan dikin, heqaret dikin, îftiran bi stûyê xelkê da dikin. Hal bi hal li wî aliyê dinê ekranê jî dilek heye gotî neyê şikandin, merûkî heye gotî hisyeta wî neyê binpêkirin. Kes ê îmandar çawa di jiyan a rastî da xwedan rêgez û prensîb e, lihevkirî ye, hay ji xwe heye gotî li ser medya civakî jî her wisa be. Gotin û tevgerê xwe, piştî ku kin û dirêj pîvandin hîna paşê li ser mecrayên dîjîtal parve bike. Cenabê Pêxember di hedîsek xwe da wer difermê: “Meriv, her tişta bîhîstî bêje gunehê wê besî meriv e.”[1]
Gelî Dê û Bavan! Xwang û Birayên ‘Ezîz!
Bikaranîna cîhan a dîjîtal bi nezanî, bi awakî nebaş bandorê li hemiyan dike nexwesma li zaruyan û li ciwanan. Bi se’etan mayina li ber medya civakî, zaruyan ji rastiya jiyanê dûrdixîne, diqeta wan belav dike, wextê wan bi tiştên bê fayde ra dide zayikirin. Ji wê bonê gotî vê yekê em qet ji bîr nekin ku; her yekî me, wezîfedar e zarû û ciwanan ji metirsiyên cîhan a dîjîtal biparêze û rêberiya wan bike bona teknolojiyê bi awakî bi fayde bikarbînin.
Gelî Musulmana!
Xwedê Te’la, ewha hişyariyê di me hildide û difermê: “Nede pey tişta haya te jê tune! Çikû guh û çahv û dil hene, hemî pirsyar in”[2] İcar ya li me ew e; bi wê hesasiyetê va tevbigerin ku Xweda yê jorîn me dibîne û li me dipê; netîca gotinên ku em dibêjin, agahiyên ku em li ser wan mecran parve dikin hisabê wan bikin. Mecrayên dîjîtal bigerînin amûrê belavkirina semîmiyetê û biratiyê û heqîqetê û xûypakiyê.
Gelî Musulmana!
Di esnayê ku em li vê xutbê guhdarî dikin belkî çahvê hinan li ser ekranê telefonê ne, zêhna wan, ji ber qelebalixiya medya civakî tiştê tên gotinê nabîhîze. Van gotinê hanê; ne ji bona dilê we bişikînim, belkî bona hay ji xwe hebin ji we ra dibêjim. Lewra van ekranên destê me da, wexta me zaf dixwin em tew pê naarqilin û dibe ku me ji bereketa suhbetkî, ji hesbîhaleka bi zar-zêçê xwe ra yan bi dost û hevalan ra mehrûm dihêlin.
Xutba xwe, bi me’na vê ayetê va diqedînim ku difermê: “İmandarên serfiraz, guhnadin tiştên bêfayde û gotinên tewşên beredayi.”[3]
Seyda Mela ‘Ebduselamê ŞADİ
Gotara berê: Di Rêya Jînayê De
Gotara piştî: Ji Bo Jiyanê Gotinên Bav û Kalan
Gotarên Têkildar
Hemberî îmtîhanên dijwar ên jiyanê divê em çawa tevbigerin?
Peyama Sunnetê 20: Îhtîrama Hevalên Bavê Xwe
Hezkirina Xwedê ji dil tê ne li ser zimên e!
Rîsaleyên Nûr êdî bi dengê Zazakî û Kurmancî têne guhdarîkirin!


