
Li gora pisporan lê kolaye û derxistiye holê, rengê rûh û hisiyeta merivan jî heye. pispor û zanyarên pisîkolojî û tenduristiya merivan, derxistiye holê ku kesên sexlem û zînde renge germ û zînde hildibijêrin û kesên k udi bohranê de ne rengên sar û çilmisî hildibjêrin.
Li gora ku rojnameya Îtalî ya repubblîka radigihîne, zanyarên zanîngeha manchesterêlêkolînek li ser 105 kesên saxlem û 108 kesên k udi depresyon û bohranê de ne kirine. Tabloya rengan danîne ber wan û ji wan hatiye xwestin ku ji “rengên sor, pirteqalî, şîn, şîrikî, mor, qehweyî, reş, spî, û arî” rengên lig ora ruhiyeta xwe hilbijêrin. Di encamê de eşkere bûye ku kesên saxlem bi zêdeyî rengên zere û kesên di deprasyonê de jî rengên arî û çilmisî hilbijartine.
Di beşe duyem de ji wan kesan hatiye xwestin ku renge ku rengîn pozîtîf(Erênî) û rengên negatif(neyînî) hilbijêrin. Eşkere bûye ku kesên saxlem rengên pozîtîf, germ û zînde hilbijartine û kesên nexweş jî rengên sar û negatif hilbijartine.
( Ev nivîs ji Salnemaya Nûbiharê hatiye vergirtin)
Gotara berê: Xitimîna Pozê
Gotara piştî: Bêzimaniya Mirov
Gotarên Têkildar
Têkilîya dengbêjiyê bi adet, merasim û mekanên civakî re
Pênaseya Serkeftinê: Pere, Keyfxweşî an jî Tiştekê dî?
Di Çarçoveya Postkolonyal de Xwendina Tivinga Bavê Min: Zarokatiyeke li Kurdistanê
Di Dîroka Dijî-Mêtingeriyê de, Çirûskeke Netemirî: Steve Biko

