Zorabê Hêtîm Ber bi Zorab Efendî ve

Ahmed Muxtar Caf ango Ehmed Muxtar Begê Caf kurê Edûle Xanim û Wesman Beg e. Bavê wî Begê herêma Helebceyê ye û desthilatdariya herêmê di destê malbata wî de ye. Xêncî bavê wî, diya wî Adela Xanim jî têra xwe mezin e. Heta ku rêveberî di destê wê de ye, li hemberî dagirkeriya Osmaniyan sekinî ye. Bi têkiliyên dîplomatîk jî rê li ber dagirkeriya Brîtanyayê dixitimîne. Ehmed Muxtar Begê Caf di nava vê malbatê de çavên xwe li dinyayê vedike. Hêj zarok e, di malbata xwe de bi ilm û zanînê dikemile.

Perwerdehiya xwe ya fermî jî li ser hukim ango rêveberiyê dike. Mirovekî pirziman û piralî ye. Di novela xwe de jî dide zanîn ku hem ji aliyê felsefe, edebiyat û civaknasiyê ve pêş ketiye, hem jî haya wî ji dinyayê heye. Li gorî şert û mercên wî demî ev pexşan hatine nivîsandin.

Bi şêwaza xwe ya xwerû zimanê xwe yê xweş ta bi derzî dike. Bêyî ku xwêner aciz bibe, bûyerê bi bûyerê ve girê dide. Ev honandina xwezayî derfeta xwendineke xweş dide xwêner. Bi zimanekî edebî xema neteweya xwe dixwe, bi nivîsandinê jî vê feraseta xwe radixe ber xwêner. Wergera Ziya Avcı jî tehma Kurmanciyê lê zêde kiriye.

Di meseleya wijdanê de xwêner dibe şahidê pêvajoya Zorabê hêtîm ber bi Zorab Efendî ve: Belê, Zorab hêtîm e; bavê wî dimire û li aliyê diya xwe ve tê mezinkirin. Zorab tê wateya şervanê xurt û bi vî navî jî di dîroka Kurdan de gelek kesên xwedî nirx hene. Zorabê Ehmed Muxtar Begê Caf jî xwedî kesayet, xwedî exlaq û wijdan e. Lê mixabin piştî ku diya xwe jî wunda dike û tevlî civakê dibe, berê berê diherife û têk diçe.

Zorab di serî de bertekê nîşanî neheqiya di nava malbata xwe de dide û terka malbatê dike. Piştre gelek karan dike, gelek bûyer diqewimin; di wan deman de peyvên wekî wijdan û helal qet ji ser zimanê wî nakevin. Li ser wan têgehan bawer û piştrast e. Her çend caran ku dibîne neheqî û bêwijdanî tê kirin, nabe hevpar û terka wê derê dike. Bi vî tehrî hewl dide kesayetiya xwe û wijdana xwe biparêze; di taxeke piçûk de, heta bajarên mezin û heta paytextê… Lê di dawiyê de jê re zelal dibe ku ew bi tenê ye, bê nan û av dimîne. Piştre biryarekê digire û ew jî dibe diranekî wê çerxê, ew jî tevlî wê pergalê dibe. Neheqiyên nekirî dike, bêwijdaniyê ewqas mezin dike ku xwêner şaş û matmayî dihêle.

Nivîskar li vir balê dikişîne ser Friedrich Nietzsche ku dibêje: “Civak û ol ji bo ku kesayetê bixin bin destê xwe, li gorî xwe rêzik û qanûnan derdixin û digehêjin mebesta xwe.” Li vir jî em dibînin ku Zorabê xwedî kesayet û wijdan di nava vê pergalê de diherife û dibe Zorab Efendî. Dest bi xwarina mafê xelkê dike. Rayedarên rêveberiyê jî wî asteng nakin, ser de jî rê li ber vedikin. Rayedarên olê (Mele) jî wan kiryarên wî efû dikin. Bi vî awayî Zorabê ku behsa wî hat kirin, dibe Zorab Efendî. Nav û dengê wî belav dibe, mezin dibe û qedrê wî tê girtin.

Şanyar Adir

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle