“Kuştina di Ekspresa Rojhilatê” Ji Pall Weşanê Derket

Kuştina di Ekspresa Rojhilatê

Romana “Kuştina di Ekspresa Rojhilatê de” ya nivîskara navdar Agatha Christieyê li kurdî hate wergerandin. Dibar Çelik roman ji îngilîzî wergerand û Pall Weşanê jî çap kir. Agatha Christie wek Şahbanûya Edebiyata Polîsî tê naskirin û ev romana wê wek şahkareke mezin a vê edebiyatê tê qebûlkirin.

Nivîsa paşbergê

Zivistaneke xedar, berfeke bê hed û hesab. Piştî nîvşevekê Ekspresa Rojhilatê di nav sêfiyên berfê de asê dimîne û nikare bi rêya xwe berdewam be. Ev trêna bêhawe ku di demeke wisa de ecêb şên û qelebalix e, destê sibehê bi qewamekê diheje: Karsazê amerîkî di kompartmana xwe de bi duwazdeh derbên kêran hatiye kuştin û tew deriyê wî jî ji hundir ve qefilandî ye. Tam di wê demê de dedektîf Hercule Poirot jî li wir e ku ji Helebê lêxistiye hatiye û dê vegere Londonê. Wezîfe li ser Poirot dimîne û divê bûyerê ron bike. Gelo dê bikare şopa vê kuştinê bigerîne û bizane kê çima kuştiye?
Agatha Christieya ku wekî şahbanûya edebiyata polîsî tê zanîn, kitêbên wê tevî wergerên wan zêdetirî du milyar nisxeyan hatine firotin û li zêdetirî 100 zimanan hatine wergerandin. Kuştina di Ekspresa Rojhilatê de ku cara ewil di 1934an de tê çapkirin û yek ji romanên kult ên edebiyata polîsî tê qebûlkirin, bi wergera Dibar Çelik me dikişîne nav dalanên mişt bi raz û şaşwaziyan dagirtî.

Agatha Christie

Di 1890î de ji dayik bû. Romannivîs, şanonivîs û çîroknivîseke îngilîz e ku li seranserê cîhanê wekî Şahbanûya Wêjeya Polîsî deng vedaye. Afirînera dedektîfên bi nav û deng Hercule Poirot û Miss Marpleê ye. Herî zêde bi 66 romanên xwe yên polîsî û 14 berhevokên çîrokên polîsî, û herwiha bi The Mousetrap –şanonameya wê ya ku li cîhanê herî zêde hatiye lîstin– tê nasîn. Christieyê bi nasnavê Mary Westmacottê jî şeş roman nivîsîne. Pirtûkên wê zêdetirî milyarek nisxe bi zimanê îngilîzî û milyarek nisxe jî wek werger, bi 100 zimanên din hatine firotin. Piştî Încîlê û Shakespeare, ew nivîskara kitêbên herî zêde hatine weşandin a hemû deman û bi her zimanî ye. Kuştina di Ekspresa Rojhilatê de, And Then There Were None, The Murder of Roger Ackroyd, The Murder at the Vicarage û Death on the Nile çendîn berhemên wê yên navdar in. Di1976an de jiyana xwe ji dest da.

Dibar Çelik

Wergêr û wergernas e. Di 1982yan de li Semsûrê ji dayik bû. Li Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTÜ) lîsansa Mamostetiya Zimanê Îngilîzî xwend, herwiha li Zanîngeha Okanê mastera xwe û li Zanîngeha Bogaziçiyê doktoraya xwe di beşa wergernasiyê de qedandin. Berê Girava Gencîneyê (2010, Lîs) ya R. L. Stevenson ji îngilîzî wergerandibû. Lêkolîna wî ya dawî ya bi sernavê Translators’ Formative Agency in the Periodical Hawar (1932-1943): The Making of a Kurdish Cultural Identity (2025) li weşanxaneya Brillê çap bû û di heman demê de Xelata Serbest ya Baştirîn Pirtûka Beşernasiyê di Kurdnasiyê de (Serbest Best Book Award in Humanities in Kurdish Studies, 2026) wergirt. Niha li Fransayê, li Zanîngeha Rouenê karûbarên xwe yên akademîk didomîne.

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle

Your email address will not be published. Required fields are marked *