Ez Çawa Kurdî (Kurmancî/Zazakî) Hîn Bibim?

 

Ji bo hînbûna Kurmancî êdî derfet pir zêde bûne. Yanî “Ez Kurmancî nizanim” êdî bahane nîne. Ew bahaneyekî beredayî ye. Niha em di zemanê derfetên pir baş de ne. Li ser YouTube’ê gelek vîdeo hene. Pirtûk jî pir bûne. Li ser medya civakî gelek hevalên ku Kurmancî dizanin hene; mirov dikare bi wan re hevaltiyê bike, bi dengî an jî bi peyam û pirtûkan bi wan re biaxive. Bi kurtasî, sedan imkan hene ku mirov Kurmancî hîn bibe.

Her wiha gelek kes dixwazin Kurmancîya xwe pêş bixin, lê dibêjin: “Kurmancîya me ne rind e, em nikarin rast binivîsin û biaxivin.” Ew jî di nav tirsê de ne ku xwe îfade bikin. Halbûkî di vê serdemê de mirov bi xîret û keda du-sê mehan gelek tiştan dikare bi dest bixe. Çimkî teknolojî pir pêş ketiye, divê mirov wê jî bi kar bîne. Hişê çêkirî (Zekaya Yapay) derketiye holê û carinan ji mirovan jî baştir bersiv dide, mirov matmayî dihêle.

Ji ber vê yekê lazim e mirov ji van hemû derfetan alîkariyê bigire û xwe pêş bixe. Kurmancîya xwe qet mezlûm û stûxwar nehêle; eger kêmasî hebin jî divê mirov hîn bibe û pêş bixe. Ger em li gorî bahaneyan tevbigerin, tiştekî bi dest naxin. Divê em bi xîret tevbigerin û pêş bikevin.

Yek ji tiştên herî girîng jî xwendina bi dengî ye. Xwendina bi dengî zimanê mirov pir pêş dixe. Ne hewce ye ku her tişt tam li gorî rêzimana Kurdî be. Dibe ku di nav de hin kêmasî hebin, lê ew qasî girîng nînin. Ya herî girîng destpêkirin e. Gava mirov dest pê bike, paşê mesele hêsantir dibe û pêş dikeve.

Yek jî cesaret e. Gelek kes wêrek nînin, nikarin gavekî bavêjin. Lê eger mirov gavek an du gavan bavêje, paşê xwe bi xwe diherike. Hin kes jî dibêjin “Dema me tune ye, em nikarin hîn bibin.” Ev jî bahaneyekî pir lawaz e. Em ji bo gelek tiştên vala dem dibînin, lê dema ku mijar ziman û nasnameya me ye, em wê îhmal dikin. Divê em vê îhmalê nekin û her tim li gor planekê bixebitin.

Mînak: eger karê me yê dewletê, karekî fermî an jî karekî debarê be, em saetên xwe tenê ji wî karî re vediqetînin. Lê ev tişt ji bo nasnameya me ye û nasnameya me jî pir girîng e.

Fırat Bawerî

About Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

Her sibe bexşandineke nû ye

Mirov her sibeh careke din vedije û ji nû ve tê afirandin. Bi vekirina çavan …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *